'Di 25'ê Mijdarê de me hemû bend hilweşandin'

  • 10:38 27 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED - Berdevka DAKAP'ê Bahar Ulug Karakaş diyar kir ku di 25'ê Mijdarê de hemû bend bi rêxistina jinê hatiye hilweşandin û bi rêxististina jinan li dijî hemû zextan têkoşîn hatiye lidarxistin. 
 
Hemû jinên cîhanê di 25'ê Mijdarê de derketin qadan û dirûşma xwestina azadiyê berz kirin. Jin li Tirkiyeyê tevî hemû asteng û êrîşên polîsan li kuçeyan qêriyan. Jinên ku qedexeya walîtiya Stenbolê nas nekirin meşa şevê li dar xistin. 
 
Ji bajarên ku gelek astengî lê hat jiyîn yek jê Amed bû. Berdevka Platforma Jinê ya Dicle Amedê (DAKAP) Bahar Ulug Karakaş çalakiyên 25'ê Mijdarê yên ku bi pêşengiya DAKAP'ê hat lidarxistin nirxand.
 
'Rêxistinbûyina jinê û piştevaniya wê bi ser ket'
 
Baharê da zanîn ku tevî hemû astengiyên polîsan jinan meşa fînalê li dar xistin û got:"Rêxistinbûyina jinê û piştevaniya wê bi ser ket. Polîsan nexwest ku em dengê xwe bidin bihîstin ji me re bûn asteng. Polîsên ku wiha tev digerin ew ê çawa pêşî li tundiya li ser jinê bibirin? Dema ku em wekî jin bi tundiyê rû bi rû bimînin, em ê xwe çawa radestî dewletê bikin?"
 
'Serfiraziya jinê ji aliyê dewletê ve jî hat dîtin'
 
Baharê wiha domand:"Me wekî jin nîşanî dewletê da ku em serî natewînin. Serfiraziya jinê ji aliyê dewletê ve jî hat dîtin. Dewletê serfiraziya jinan li Amed, Mêrdîn, Îzmîr, Enqere û li Stenbolê dît."
 
'Me îlan kir ku me benda zextê hilweşandiye'
 
Baharê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku me xwest em ji ber avahiya HDP'ê ya Sûrê bimeşin Kuçeya Hunerê ya Amedê polîsan me asteng kirin. Di wê demê de min bihîst ku polîsekî got 'Heger belav nabin em li çend heban bixin'. Lê tevî hemû zext û astengan me meşa xwe ya fînalê kir. Em tevî hemû astengiyan dîsa li Kuçeya Hunerê kom bûn û me hêza rêxistinbûyina xwe nîşanî wan dan. Em gihaşt armanca xwe."