Polîtîkaya sîxuriyê dîsa di rojevê de ye: Niha jî wesayîtên reş ên transport

  • 09:05 27 Mijdar 2018
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku di navbera 2017-2018’an de derbarê hewldanên sîxurkirinê de 18 serlêdan hatine kirin û di pêvajoya dawî de wesayîtên reş ên transport diçin ber wargehan xwendekaran digirin û pê re sohbetan dikin. Nurayê daxuyakirin ku di rewşên wisa divê serlêdan li komeleya wan bê kirin û bila kes di vê mijarê de nesekine û serlêdanê bike.
 
Li gorî rapora ÎHD’ê ya sala 2017’an 9 kes di bin çavan de hatine windakirin, 5 jê zarok 131 kes ji aliyê polîsan ve rastî tehdîdan hatine. Dîsa li gorî raporek din a ÎHD’ê, di serî de li Stenbolê, li Enqere, Amed û Îzmîrê bi giştî 44 serlêdan hatine kirin û di serlêdanan de ligel xwendekar, rojnameger û aktîvîstan, malbat hatine binçavkirin, pêşniyara sîxurtiyê ji wan re kirine.
 
’18 serlêdan hatin kirin’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen pêkanînên di demên dawî de zêde bûne nirxand û bi lêv kir ku di navbera 2017-2018’an de derbarê pêkanînên sîxurtiyê de 18 serlêdan hatine kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi hinekan re derb jî hat dîtin. Hinek bi malbatên wan tên tehdîdkirin û hinek jî di bin çavan de di bin navê sohbetê de, pêşniyara sîxuriyê ji bo wan tê kirin. Di mijara girtina agahiyan de pêkanînên îqnakirinê hene. Di 2017’an de di serlêdana kesekî de em hîn bûn ku bi awayekî tund hatiye derbkirin.
 
‘Armanc ji têkoşînê dûrxistine’
 
Nurayê destnîşan kir ku di demên dawî de polîtîkayên sîxuriyê dîsa di rojevê de ye û wiha pê de çû: “Welatî ji vê rewşê bi fikar in. Di demên dawî de wesayîtên reş ên transport diçin ber wargehên xwendekaran û xwendekaran digirin û hewl didin bi wan re sohbetê bikin. Ev jî mirovan dike fikaran. Bi van pêkanînan hewl didin mirovan ji rêxistinbûn û têkoşînê dûr bixin. Bila di vê rewşê de xwendekar û malbat hema serî li komeleya me bidin. Bila kes ji vê netirse û teqez serlêdana sûc bikin.”