Warê çand, huner û şaristaniyê: Gundê Xirab Bajar
- 09:01 27 Mijdar 2018
- Rojane
Rûken Goman
QAMIŞLO - Gundê Xirab Bajar yek gundên Rojavayê Kurdistanê yê ku gelek şaristaniyan di nav xwe de dihewîne ye. Her çiqas bi êrîşan rû bi rû mabe jî dîsa li ser piyên xwe maye û malovaniya çand, huner û şaristaniyên cuda kiriye.
Gundê Xirab Bajar ê girêdayî Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye, bi şênkayî, av, dîrok û jiyana ku lê tê jiyîn bala mirovan dikşîne. Li gundê ku xwedî dîrokek kevnar e, mirov bi xwezayê bextewar in û diparêzin.
Girê ku bûye şahidê gelek şaristanan
Li Gundê Xirab Bajar Girê bi navê Sure heye. Di bin vî girî de bajar ava dibûn û ji gelek şaristanan malovanî dikir. Girê ku bûye şahid û stargeha gelek şaristanan niha jî bala mirovan dikşîne. Niha li vî gundî Kurd û Ereb bi hev re û di nava wekheviyê de dijîn. Hejmara gund derdore 300 kesî ne. Li gundê ku bi gelek êrîşan rû bi rû ma û ji nû de hat avakirin, gel debara xwe bi çandinî û xwedîkirina ajalan dikin.
Bi êrîşa DAÎŞ'ê jî rû bi rû mabû
Li Gundê Xirab Bajar ê ku bi êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê jî rû bi rû mabû niha jiyan aram e. Mirovên ku li wir dijîn bi keda destên xwe û parastina çand û hunera xwe bextewar in. Ew her bi keda destên xwe têkoşîna jiyanê didin.