ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2018'AN
- 09:00 27 Mijdar 2018
- Rojev
*Gundê Xirab Bajar yek gundên Rojavayê Kurdistanê yê ku gelek şaristaniyan di nav xwe de dihewîne ye. Her çiqas bi êrîşan rû bi rû mabe jî dîsa li ser piyên xwe maye û malovaniya çand, huner û şaristaniyên cuda kiriye. DÎMEN HEYE
*Ada Lovelace jinek her tim di navbera hest û mêjiyê xwe de di nava têkoşînê de bû. Ji hesabên sivik yên kompiturê, wêdetir fikirî û zimanê bernameya yekem kifş kir. Ada bi vî awayî wek bernameçêkera kompîturê ya ewil ket dîrokê û di jiyana xwe ya kurt de pêşketinên girîng di zanista kompîturê de pêk anî.
*Dermanwer Kader Balik diyar kir ku dermanê mirovan qelew dike yê ji Îranê tê, tenduristiya mirovan tehdîd dike û wiha got: “Vî dermanî negirin, nehêlin kes bikirin. Xwarinên hewcedariya we pê heye hûn bigirin ev têr dike.”DÎMEN HEYE
*Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Samiye Demîr diyar kir ku wan dest bi amadekariyên hilbijartinên herêmî kirine û wê di 31’ê Adarê de gelê Nisêbînê şaredariya xwe dîsa bigire. Samiyeyê wiha got: “Em ê bi gel re şaredariya xwe ji wan bigirin. Em ê îradeya xwe teslîmî qeyûman nekin.”
DÎMEN HEYE
*Endama MYK’a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku di navbera 2017-2018’an de derbarê hewldanên sîxurkirinê de 18 serlêdan hatine kirin û di pêvajoya dawî de wesayîtên reş ên transport diçin ber wargehan xwendekaran digirin û pê re sohbetan dikin. Nurayê daxuyakirin ku di rewşên wisa divê serlêdan li komeleya wan bê kirin û bila kes di vê mijarê de nesekine û serlêdanê bike.DÎMEN HEYE
*Endama PM’a HDP’ê Berna Çelîk bi lêv kir ku çalakiya Leyla Guven der barê bidawîkirina tecrîdê, bidawîkirina kaosa ku Tirkiye tê de ye. Bernayê bang li hemû civak û rêxistinên demokratîk kir ku xwedî li çalakiyê derkevin û ji bo siberojên xweşiktir divê her kes destê xwe bike bin kevir.DÎMEN HEYE