Li gel biryara Şûreya Dewletê dîsa berhemên Heskîfê neqil dikin

  • 16:49 26 Mijdar 2018
  • Rojane
ÊLIH - Li gel biryara Şûreya Dewletê dîsa berhem û şûnwarên Heskifê yên dîrokî ji cih û warên wan radikin û neqlî cihekî din dikin. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan û anîn ziman ku neqilkirina berhemên dîrokî didome. 
 
Duh der barê warê dîrokî û çandî ya Heskîfê de gavek nû hat avêtin. 13'emîn Daîreya Şûraya Dewletê, ji bo îhaleya DSÎ ya li dijî bendava Ilisu ya Heskifê di bin avê de bihêle, biryara betalkirinê da. Wezareta Çand û Tûrzmê jî têkildarî ihaleyê lêpirsîn da destpêkirin. Lê tevî vê biryarê dîsa neqilkirina warên dîrokî didome. Îro jî warên dîrokî hatin nehiqkirin. Şîrketên ku bi neqilkirinê eleqeder dibin îro jî kevirên Mizgefta Sultan Suleyman  rakirin û neqlî cihekî din kirin. Ji bo neqilkirina Mizgefta Koç (Mizgefta keçikan) wîncên mezin anîn bi cih kirin. Ji bo barkirin û neqilkirina warên dîrokî dîrekên ceyranê jî rakirin û ceyrana hin welatiyan hat qutkirin. Welatiyên ku ceyrana wan hat qutkirin bertek nîşanî vê yekê dan. Piştî welatiyan bertek nîşan dan, dest ji rakirina direkên ceyranê berdan. Welatiyan destnîşan kirin ku ew Heskefê terk nakin û destûr nadin. 
 
Welatiyê Heskifê Abdullah Tarhan, diyar kir ku piştî di saetên serê sibê de dîrekên ceyranê rakirin welatiyan bertek nîşan dan û li ser berteka welatiyan xebatên xwe rawestandin û wiha got: "Hin welatî ceyrana wan û hin welatî ava wan tune ye. Niha piştî warê dîrokî xera kirin dixwazin me jî ji cihê me bar bikin. Hûn dibînin li gel biryara Şûreya Dewletê dîsa sewqa warên dîrokî didome."
 
Esnafê Heskifê Sinan Bahçelî jî bertek nîşanî heqilkirina warên dîrokî da û wiha got: "Di dawiya hefteyê de ceyrana min qut kirin. Ji ber ceyrana min qut nekirin, ez nikarîbûm bixebitim. Kî dê heqê zerara min bide min. Li gel Şûreya Dewletê biryar daye, çima biryara Şûreya Dewletê nas nakin? Balkêş e piştî biryara Şûreya Dewletê lez dan xebatên barkirin û veguhestina warên dîrokî."