Em ê li dijî van êrîşana têkoşîna xwe xurtir bikin
- 15:23 26 Mijdar 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê derbarê kesên ku hatin binçavkirin û di nav wan de Endama PM'ê Gulay Gun Bilici jî di nav de bû, şermezar kir û got:"Em ê li dijî van êrîşana têkoşîna xwe xurt bikin û hemû êrîşan vala derxin."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê derbarê 20 kesên ku serê sibehê hatin binçavkirin de daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat dayin. Tevî Hevserokên HDP'ê yên Îzmîrê Çerkez Aydemir û Semra Uznok û hevkarên HDP'ê gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
'Em ê bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin'
Semraya axivî got:"Her ku hilbijartinek nêz dibe HDP bi operasyonên bi vî rengî rû bi rû dimîne. Lê ew her ku êrîş dikin em xurtir dibin, gavê em pêştir diçin. Di zindanan de ji 6 hezarî zêdetir rêvalên me tên girtin. Hevserokên me yên giştî, parlamenterên me, hevserokên şaredariyên me hemû niha di zindanan rehîn tên girtin. Em ê wekî hêzên demokrasiyê van êrîşana vala derxin. Em ê li dijî van êrîşana têkoşîna xwe xurtir bikin û em ê bajarê xwe bi xwe bi rê ve bibin."