Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Dawî li vê bê hiqûqiyê bînin
- 14:16 26 Mijdar 2018
- Rojane
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bal kişandin ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 19 rojin li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûne de û diyar kirin ku Guven ji bo "Çareseriyê" di grevê de ye. Buroyê xwest ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe dawî li bê hiquqîyê bînin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tercîdkirina Rêberê PKK Lideri Abdullah Ocalan, 19 rojin di çalakiya greve de ye daxuyanî da çapemeniyê. Buroya Hiqûqê destnîşan kir ku Leyla 19 roj in di grevê de ye û wiha got: “Leyla Guven hem wekîla Gelê Colemêrgê ye û hem jî siyasetmedarek girîng a têkoşîna aştî û demokrasiya gelê Kurd û Tirkiyeyê dide ye. Ji ber li dijî rejîma totaliter a serdest, zordest û zextkar bi wêrekî vîna xwe nîşan daye niha dîl hatiye girtin. Leyla Guven bi çalakiya xwe rewşa welat pir zelal daniye holê. Pergala Îmraliyê berdewama pergala totaliter e.
Buroya hiqûqê destnîşan kir ku li aliyekî Leyla Guven pirsgirêk danî holê û li aliyê din çareseriyê pêşkêş dike û wiha bi dawî kir: "Tecrîda li dijî Birêz Ocalan ne tecrîda li dijî şexsekî ye. Polîtîkaya li dijî hemû gelê kurd û Tirkiyeyê ye. Tecrîda li ser hemû Tirkiyeyê ye. Bi tecrîdkirinê demokratîkbûna Tirkiye ne pêkan e. Di encama komploya navdewletî Ocalan 20 salin li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Di van 20 salan de rastî tecrida herî giran hatiye. Di salên dawî de nikare bi malbat, parêzer û vasiyên xwe re hevdîtin bike. Bi riya name, telefonan jî bi tu awayî nikare hevdîtinan bike. Bi her awayî hemû têkiliyên wî û derve qut bûne. Birêz Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an de nikare bi parêzeran re, ji 11'ê Îlona 2016'an de jî nikare bi malbata xwe re hevdîtin bike. Hemû astengî bi awayekî keyfî û li dijî hiquqê ye. Leyla Guven, li dijî nirxên gel berpirsiyariya xwe pêk anîye. Tecrîda li ser Ocalan li hemû welat belav bûye. Dixwaze vê tecrîda li ser welat belav bûye şermezar bike. Ji ber vê yekê divê daxwazên wê pêk bên. Ev mecbûriyek hiqûqî ye. Divê cemaweriya demokratîk jî hesas û hestiyar tev bigerin. Divê rayedarên ku berpirsiyariya wan di tecrîdkirina li Îmlariyê de hene jî bi lez dawî li vê bê hiqûqîyê bînin."