Jinên Efrînê: Bi felsefeya Rêber Apo em xwe bi rêxistin dikin

  • 13:11 26 Mijdar 2018
  • Rojane
Ferîde Zade 
 
ŞEHBA - Têkildarî meşa girseyî ya 25'ê Mijdarê, jinên Efrînê ên berxwedêr bi rihê berxwedana Serdemê ku hat lidarxistin gotin:"Em jin li vir in em ji tu kesî natirsin û em ê li dijî tundî û dagirkeriyê serî netewînin. Çimkî em bi felsefeya Rêber Apo em xwe bi rêxistin dikin."
 
Jinên ku li Şehbayê derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinê de çalakiya meşê li dar xistin hestên xwe wiha anîn ziman:"Em bi hêviya xwe bi ser dikevin. Tundiya li ser jinê tundiya li ser Efrînê ye û tundiya li ser Efrînê jî tundiya li ser jinê ye. Em ê li dijî her cureyên tundiyê berxwedana xwe bidomînin."
 
Jina bi navê Nisrîn Cimo axivî û got:"Her tim dewletên desthilatdar di şexsê jinê de xwestine civakan tune bikin û yek ji wan dewletan Tirk a dagirker e. Bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê dixwaze jinên Kurd û bi vê yekê girêdayî civaka Kurd tune bikin. Lê em ê li dijî zihniyeta dagirkeriyê tu carî dev ji berxwedana xwe bernedin."
 
'Têkoşîna hevpar her dem rêya azadiyê nîşan dide'
 
Zîlan Berekat jî wiha got:" Bi hezaran jin û jinên ciwan derketin qadan û şideta ku li ser jinê yên ji aliyê zihniyeta baviksalarî tê meşandn şermezar kirin. Em wek jinên ciwan heta dawiyê li hember şideta ku li ser jinê tê meşandin bisekinin û têkoşîn bikin. Têkoşîna hevpar her dem rêya azadiyê nîşan dide."
 
'Em ê têkoşîna azadiyê heta dawiyê bidomînin'
 
Fatme Elîko jî  25'ê Mijdarê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li tevahî jinan pîroz kir û wiha got:" Şideta ku di Zîndana Îmralê de ser Rêber Apo tê meşandin di heman demê de li jinan jî tê kirin. Em wek jinên Efrînê tu carî şideta li ser jin û Rêber Apo qebul nakin, em ê tekoşîna xwe ya azadiyê heta dawiyê berdewam bikin."
 
'Em ê her doza berxwedanê bibin meşandin'
 
Sûad Elîko anî ziman ku di dîrokê de zihniyeta mêrê serdest her tim jin xistiye navberê çar dîwaran, ji mafê wê yê xwezayî mehrum kiriye û got:" Îro em ê bi  felsefeya Rêber Apo vê şideta ku li ser jinê tê meşandin dawî lê bînin û em ê her doza berxwedanê bibin meşandin."
 
'Em ê dawî li tundiyê bînin'
 
Rebîa Muhemed jî wiha got:" Felsefeya Rêber Apo hişt ku tevahî jin xwe rêxiistin bikin û bi hev re tev bigerin em ê her esas bigirin û em ê dawî li tundiyê bînin. "
 
Saqîda Muhmûd Reşo ya bi temenê 70 salî jî got:" Ez heta vî temenê xwe her di nava çalakiyên ji bo bidawîkirina tundiyê de me. Heta em azad nebin tundî ji holê ranabe."