Di serdegirtinên navenda wê Wan e 42 kes hatin binçavkirin
- 12:05 26 Mijdar 2018
- Rojane
WAN - Di serdegirtinên navenda wê Wan e, tevî xebatkara rojnameya Jiyana Nû Şukran Erdem û xebatkara rojnameyê ya berê Mizgin Fendik 42 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku dema binçavkirinê ya Şukran û Mizgina li emniyetê tên gitin hat dirêjkirin.
Bi talîmalata Serdozgeriya Komara Wanê di 24'ê Mijdarê roja şemiyê de li Wan, Îzmir û Edeneyê di encama serdegirtina malan de 42 kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin di nav wan de Endamên Navenda Ciwanan a HDP'ê, Rêveber û Hevserokê Komeleya Lêkolînên, Ziman, Çand û Hunerê (DI-SA-DER) jî hebûn. Hatibû diyarkirin ku malên kesên ku hatibûn binçavkirin hatibûn belavkirin.
Xebatkara Rojnameya Jiyana Nû Şukran Erdem li Wanê hat binçavkirin. Her wiha xebatkara berê ya Rojnameya Jiyana Nû Mizgin Fendik jî li Îzmrî hatibû binçavkirin û hat hînbûn ku do anîne Wanê.
Ji kesên ku hatine binçavkirin ên ku navên wan hat hînbûn ev in:"Hevserokê DI-SA-DER'ê Naim Ozden, rêveberên wan Dilber Akin, Mizgin Deniz, Şevket Acar, Celal Soguk û Gulsum Bilge ne.
Tê payin ku kesên do ifadeya wan hatin girtin sewqî edliyeyê bên kirin.