Asya Abdullah: Bi têkoşîn û îradeya azad jin dikarin dawî li tundiyê bînin

  • 11:13 26 Mijdar 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Koordinasyona Kongreya Star Asya Abdullah derbarê 25'ê Mijdarê de axivî û got:"Pêwist e hemû jin li dijî zihniyeta baviksalarî serî hildin û têkoşîna di rêya azadiyê de hilbijêrin. Bi rêxistin û perwerdeyê divê hemû jin zincîra koletiyê bişkîne û dawî li tundiyê bînin. Bi têkoşîn û îradeya azad jin dikarin dawî li tundiyê bînin."
 
Do bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê jinên Hesekê, Til Temir, Serêkaniyê, Zirgan, Dirbêsiyê û gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê bi meşên girseyî li dijî tundiyê meşiyan û dengên xwe bilind kirin. Endama Rêveberiya Koordinasyona Kongreya Star Asya Abdullah jî beşdarî çalakiyên derbarê 25'ê Mijdarê de bû û got:"Tundî, koletî û zilma ku bi hezar salan e li ser jinan hatiye ferzkirin divê êdî bi dawî bibe. Ji bo vê yekê jin bi salan e ku li berxwe didin. Niha jî ev berxwedan didome. Lê divê em rêxistin û berxwedanê zêdetir bikin da ku dawî li tundî, koletî û zilma ku li ser jinê hatiye ferzkirin bi dawî bibe."
 
'Têkoşîna Sakîne Cansiz û rêhevalên wê bû sedema serîhildana bi hezarê jinan'
 
Asyayê bal kişand ser têkoşîna bi salan a jinên leheng û Kurd û wiha got:"Jinên Kurd ên leheng ku bi salane ji bo gelê xwe û doza azadiyê li berxwe dane em bi dilekî germ bi bîr tînin. Jinên mîna Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Şîlan Kobanê, Bêrîtan û bi hezaran jinên Kurd ji bo hemû cîhanê bû mînak. Têkoşîna Sakîne Cansiz û rêhevalên wê bû sedema serîhildana bi hezarê jinan. Em jî îro ji bo ku li mîrateya wan xwedî derkevin hewl didin. Kesên ku dixwazin di şexsê jinê de çand, huner, dîrok û hafizaya civakî tune bikin ew ê negihêjin armanca xwe."
 
'Pêşengtiya edaletê û wekheviyê jinê kiriye'
 
Asyayê bi lêv kir ku pêşengtiya edaletê û wekheviyê jinê kiriye û wiha got:"Li dijî faşîzmê û nîjadperestiyê jinê her dem serî hildaye. Pêwist e hemû jin li dijî zihniyeta baviksalarî serî hildin û têkoşîna di rêya azadiyê de hilbijêrin. Bi rêxistin û perwerdeyê divê hemû jin zincîra koletiyê bişkîne û dawî li tundiyê bînin. Bi têkoşîn û îradeya azad jin dikarin dawî li tundiyê bînin. Tundî, koletî û zilma ku bi hezar salan e li ser jinan hatiye ferzkirin divê êdî bi dawî bibe. Ji bo vê yekê jin bi salan e ku li berxwe didin. Niha jî ev berxwedan didome. Lê divê em rêxistin û berxwedanê zêdetir bikin da ku dawî li tundî, koletî û zilma ku li ser jinê hatiye ferzkirin bi dawî bibe."