Li gundên Licê qedexe hat îlankirin

  • 09:22 26 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED - Li 11 gund û mezrayên girêdayî navçeya Licê ya Amedê "qedexeya derketina kolanan" hat îlankirin û operasyona leşkerî hat destpêkirin. 
 
Walîtiya Amedê li gundên Bayirli, Baharlar, Yaprakkoy û Yunluce û li mezrayên Konuklu, Yeşîlburç, Mehmedil, Saglık, Gonen, Hamzabey û Kumumirza yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê ji saet 06.00'an pê ve "qedexeya derketina kolanan" îlan kir. Piştî îlankirina qedexeyê hat zanîn ku tîmên taybet û yekîneyên taybet li herêmê dest bi operasyonê kirin.