Şertên li girtîgeha Patnosê her diçin giran dibin: Kurê min nayê naskirin
- 09:04 26 Mijdar 2018
- Rojane
WAN - Feyime Peyan ku çû serdana kurê xwe yê li girtîgeha Tîpa L ya Patnosê wiha vegot: “Girtî bi pêkanîna cilên yek reng re hatine rû hev. Xwarin bi ava tuwaletan tê çêkirin, ava germ nadin wan. Li hember bertekek pir biçûk wek ceza girara bi ava qirêj hatiye çêkirin didin wan.”
Li girtîgeha Tîpa L ya Patnosê binpêkirinên mafan bi dawî nabin. He roj bi binpêkirinên nû tê rojevê û girtîgeh ji bo girtiyan bûye wek îşkencexaneyê. Di rojên borî de jina bi navê Fehîme Peyan çû serdana kurê xwe û diyar kir ku kurê wê ji ber gelek kîlo winda kiriye, êdî nayê naskirin û wiha pê de çû: “Girtiyên li dijî ferzkirina cilên yekreng bertek nîşan didin, rastî pêkanînên kêfî tên. Girtiyekî ligel kurê min dimîne hat gel me û pêkanîn vegot. Got ‘xwarin bi ava qirêj tên çêkirin, ava germ nadin wan û bi ava cemidî serê xwe dişon.”
Fehîmeyê bi lêv kir ku kurê wê 8 sale di girtîgehê de ye û li dijî bertekek pir biçûk wek ceza xwarina ku bi ava qirêj hatiye çêkirin didin wan.
Girtiyan li dijî van pêkanînan banga hestiyariyê li rayagiştî kirin û ji malbatan xwestin ku bê bertek nemînin.