'Jinên ciwan bi her awayî xwe bi rêxistin kirin'

  • 09:01 26 Mijdar 2018
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jinên Ciwan  kar û xebatên xwe yên salekê nirxandin û diyar kirin ku dê asta xebatên xwe bilindtir bikin.
 
Endama Jinên Ciwan a Bajarê Qamişloyê Lana Reşîd li ser kar û xebatên Jinên Ciwan yê salekê ku nirxadin kir wiha anî ziman:" Di sala  derbas bûyî de gelek çalakî  ji aliyê jinên ciwan yên Bajarê Qamişloyê ve hatin li darxistin û tevî hemu astengiyên malbatan jî, em dîsa hewil didin ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin û jinên ciwan tevlî hemu qadên têkoşînê bikin."
 
'Rêxistina jinên ciwan vê salê berfirehtir bû'
 
Lanayê axaftina xwe wiha berdewam kir:"Bi riya perwerde û civînan jinên ciwan herî zêde di vê salê de xwe bi rêxistin kirin. Di çarçoveya van xebatên jinên ciean de vê salê  Konferansa Jinên Ciwan li ser rewşa Bakurê Sûriyê hat lidarxistin. Her wiha gelek biryarên girîng yên weke guhertina al û navê rêxistina jinên ciwan hatin girtin.
 
'Vê salê gelek çalakî hatin lidarxistin'
 
Lana li ser çalakiyên jinên ciwan jî axivî û ev tişt got:"Di vê salê de gelek çalakiyên jinên ciwan hatin li darxistin. Meşên bi meşale û meşên dirêj, her wiha tevlîbûneke baş ji aliyê  jinên ciwan yên xwendekar ve li nava rêxistinê hat kirin û li hemû bajarên Rojava perwerde hat dayîn  Mijara  perwredeyên me li ser bingehê pêşxistina jinê jîneolojî bû. Me bi vî awayî hel da ku em çawa dikarin jinên ciwan bêhtir pêş ve bibin. Ji neteweyên kurd, ereb û suryanî gelek jinên ciean tevli rêxistina me hatin kirin." 
 
Lanayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Em di wê baweriyê de ne ku salên  pêş wê tevlîbûn hin bêhtir be û em bi hêvî ne ku di salên pêş de wê çalakiyên me hîn zêdetir bibin."
 
Hêjayê gotinê ye ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi feraseteke rast û ji aliyê ciwanan ve hîn bêhtir tê dayîn.