Li Qamişloyê dirûngeha jinê hat vekirin
- 08:53 26 Mijdar 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Bi boneya 25'ê Mijdarê, Destiy Tev- Çand ya herêma Cizîrê dirûngeha ji jinan re li navçeya Amûdê vekir.
Desteya Tev-Çandê ya herêma Cizîrê li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê bi boneya 25'ê mijdarê dirûngeh vekir, bi tevlîbûna bi deah jinên sazî û dezgehên sivîl û rêveberiya xweser dirûngeh hat vekirin.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Raveberiya Xweser a Bakur û Rojhelatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û endama Desteya Tev-Çandê Şikriya Hiso axivîn. Di axaftina de bal kişandin ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û gotin:" Jinên Rojava bi ked û berxwedana xwe bûn mînak. Em ê vê berxwedanê û têkoşîna li dijî tundiyê her bidomînin."Dirûngeh ji aliyê Bêrîvan Xalid ve hat vekirin.
Di dawiyê de govend hat gerandin.