Polîsan li Amedê nehişt ku jin li dijî tundiyê bimeşin
- 18:27 25 Mijdar 2018
- Rojane
AMED -Jinê ku di pêşengiya DAKAP'ê de xwestin li Amedê ji dijî tundiyê bimeşin ji aliyê polîsna ve hatin sekinandin
Li Amedê jinên ku xwestin li dijî tundiyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê a Cîhanê di pêşengiya Platforma Dîcle Amed ya Jinan (DAKAP) de bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsên ku avahiya HDP'ê ya navçeya Sûrê dorpêç kirin jinên ku xwestin ji avahiyê derkevin rawestandin. Jinên ku polîs derbas kirin dema ku ji avahiyê derketin, vê carê jî bi mertalên polîsan re rûbirû hatin û polîsan nehişt ku jin ji avahiyê derkevin.
Jinên ku xwestin ji Sûrê heta Kolana Hunerê ya Ofîsê ku li navçeya Yenîşehirê ye bimeşin bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Barîkatan li pêşiya jinan daneynin li pêşiya tecawizê daynin" û "Ger ku jin azd bibin wê cihan ji cihê xwe bilerize" berz kirin û astengiya polîsan şermezar kirin.
Bendemayîna jinan didome.