Bi hezaran jin û mêr ên Kantona Qamişlo li dijî tundiyê meşiyan
- 17:00 25 Mijdar 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşmeya" Bi hêrsa Jina rêxistinkirî em ê faşîzmê hilweşînin" bi hezaran jin û mêr bi boneya 25'ê mijdarê meşek li dar xisitn.
Bi pêşengtiya Rêxstina Kongreya Star, îro bi hezaran jin û mêr ên Kantona Qamişlo bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser Jinê meşek li dar xistin. Bi tevlîbûna sazî û dezgehên Sivîl û Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Yekîtiya Ciwanên Rojava û bi dehan hêzên Asayîşê û HPC'ê parastin meş hat lidarxistin.
Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPJ'ê, Kongreya Star û pankertên bi nivîsên ' Soza me em ê pergala Îmralê bişkînin û bi Rêber Apo re azad bijîn, Bi hêrsa Jina rêxistinkirî em ê faşîzmê hilweşînin, Jin Şoreşa şoreşê biparêzin, Bi îradeya Jina Azad dagirkeriyê hilweşînin' hatin hilgirtin. Meş ji Qada Şehîdên Enternasyonal dest pê kir, û li Stadiyoma Heyîsem Kiço veguherî Mîtingê, û axavtin dest pê kir.
Hevseroka Desteya Rêveber a Damezrandina Federaliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsif, li ser navê Rêveberiya xweser Demokeratîk Nezîre Kewriye, li ser navê gelê Ereb endama Kongreya Star Suad Hesen, bi navê tevgera Jinên Sosyalîst Bêrîtan Asiya axvîn.
Di axavtinê de balkişandin li ser tundiya li ser jinê tê meşandin û gotin:" Li tevahî Cîhanê jin tên kûştin, teçawizkirin, îşkence kirin, tevî ku di tevahî zagonên cîhanê de tundiya li ser jinê binpêkirina mafê mirovane. Li Rojavayê Kurdistanê Şoreşa bi pêşengtiya jinê bi hêzek mezin tê meşandin. Pêwest e tevahî jinên cihanî xwe bi rêxistin bikin, tundiyê red bikin û parstina tevahî jinan bikin. Tenê jin dikarin armiyê belav bikin. "
Meş bi gerandina govendê û dirûşmeyên têkoşîna jinê bi dawî bû.