'Dema ku kujeran dawî li jiyana me dianîn walî û polîs li ku bûn?'

  • 16:59 25 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL - Malbatên jinên ku di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dest dan, bertek nîşanî qedexekirina walî ya meşê dan û wiha gotin: " Em îro wekî malbatên jinên ku di encma tundiya mêr de jiyana xwe ji dest dan bi tundiya polîsan re rûbirû hatin.  Dema ku kujeran dawî li jiyana me dianîn, ew polîs û walî li ku bûn? Qanûn û waliyê ku em neparstin, ji bo ku em dengê xwe nedin bihîstin me asteng dikin.
 
Meclisyên Jinan ên Stenbolê, Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî bi tevlibûna jinan û malbatên jinên ku di encma tundiyê de hatin qetilkirin xwestin ku meşê pêk bînin. Lê jinên ku bi pankarta "Em ê kuştina jinan, tundiya aborî û her cure tundiyê bisekinînin" hatin gel hev ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li ser qedexeya walîtiyê jinên ku hatin astengkirin li ber Operaya Sureya daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Jinên ku dowîzên bi nivîsa "Emê tundiyê bisekinînin" û "Tundiya li jinan rawestiîn" û wêneyên jinên ku di encma tundiyê de jiyana xwe ji dest dan hilgirtin û dirûşmên "Em ê kuştina jinan bisekinînin" berz kirin. 
 
'Kesên ku ev dîrok ji bo me evqas girîng kirin bila şerm bikin'
 
Di daxuyaniya ku hat dayîn de di serî de Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Gulsum Kav axivî û wiha got: "Bila kesên ku ev dîrok ji bo me girîng kirin ji xwe şerm bikin. Divê ku bê zanîn em tundiyeke gelek mezin dijîn. Em dixwazin qanûnên di meriyetê de bên bicihanîn. Mirov ji vê daxwazê şerm dike. Herî zêde malbat nekirina meriyetê ya van qanûnan dijîn. Çareserî diyar e bila qanûna hejmar 6284 û Peymana Stenbolê bikeve meriyetê."
 
Gulsum diyar kir ku ew her sal istatistîkan vedibêjin û astengkirina meşê jî şermezar kir.
 
'Polîs û walî li ku bûn?'
 
Piştî Gulsumê malbatên jinên ku di encma tundiyê de jiyana xwe ji dest dan axivîn. Di serî de xwişka Muhterem Goçmen a ku hat qetilkirin axivî û wiha got: "Ez ji tundiya li jinê re dibêjim na. Ji bo wê ez li  vir im. Em îro jî bi tundiya polîs û walîtiyê re rûbirû man .Me xwest em bimeşin. Em naxwazin tu kesî bikujin. Dema ku kujeran dawî li jiyana me dianî polîs û walî li ku bûn? Qanûn û waliyê ku mafê min ê jiyanê naparêze nahêle ku ez dengê xwe jî bidim bihîstin."
 
'Emniyet jî hevkarê sûc e'
 
Li gel Nuran Taşçi Kudret Taşçi ya ku 7 xizmên wê ji aliyê mêrekî ve hatin qetilkirin, wiha bertek nîşanî qanûnê da: "Min li gel dewletê edalet nedît û kesekî dengê min nebihîst. Min got belkî li vir dengê xwe bidim bihîstin lê destûr nedan. Emniyet jî hevkarê vî sûcî ye.  Ez edaletê dixwazim."
 
'Dewletê keça min neparast'
 
 Dayika Tugçe Uludag a ku hat qetilkirin Tulay Udag jî diyar kir ku keça wê 2 caran parastin xwestiye lê dîsa jî li ber mala wê hatiye kuştin. Bila dayikên zarokan neyên kuştin.
 
Piştî axafitinan daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.