Ji bo 25'ê Mijdarê li Şengalê meş hat lidarxistin
- 16:41 25 Mijdar 2018
- Rojane
ŞENGAL-Li Bajarokê Xanesorê yê Şengalê ji bo 25'ê Mijdarê jinan meş li darxistin.
Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YCJE) û TAJÊ li Bajarokê Xanesorê yê Şengalê ji bo 25'ê Mijdarê jinan meş li darxistin. Her wiha dîsa li bajarokê Xanesorê ji aliyê endama TAJÊ Ferîda Şengalî û Nahla Yusuf ve semîner hat dayin.
Di meşa ku ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê hat lidarxistin de dirûşmên "Jin jiyan azadî","Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin. Endama Meclîsa TAJÊ Xoxê Cindêva daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê hemû jin xwe li gor fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan perwerde bikin û li axa xwe xwedî derkevin û li dijî tundiyê derkevin.
Meş bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.