Li Mexmûrê şîdeta hemberî jinê hate şermezarkirin

  • 15:49 25 Mijdar 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) bi meşeke girseyî şîdeta li hemberî jinan hate şermezarkirin.
 
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li hembrî jinan meşeke girseyî pêk hat. Meş ji ber deriyê Şaredariya Wargehê despêkir û bi daxuyaniya çapemeniyê li ber deriyê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi dawî bû. Meş bi tevlîbûna xwendevan, mamosta û bi hezaran gelê wargehê pêk hat.
 
Di meşê de pankartên 'Bi Felsefeya Rêber Apo Jin li hember Desthilatdariya Mêr Têdikoşe', 'Jin Rabin Ser Piyan Ji bo Efrinê', 'Na Ji bo Tundiya Li ser Jinê', 'Hêza Jinên Rêxistinkirî wê Faşîzmê hilweşîne û azadiyê serbixe' û bi wêneyên li ser şîdeta li ser jinê hatin hildan. Herwiha posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên, PKK û KCK'ê hatin berz kirin.  
 
Girse li ber deriyê Nûnertiya NY'ê kom bû û li wir deqeyek rêz ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê hat girtin. Piştre Endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok li ser girîndiya rojê axivî û got; “Di serî em şîdeta li hemberî jinan şermezar dikin. Di heman demê de bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî jinan di kesayeta her sê xwişkên Mîrabal de û ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê em carek din soza xwe nû dikin."
 
 F diyar kir ku tundiya di roja îro de li ser jinê tê meşandin ne tenê li ser jinê ye, di heman demê de li ser tevahî mirovahiyê û tevahî Rojhilata Navîn tê meşandin.
 
Fedîle Tok wiha domand:“Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di kesayeta jinê de, ji bo ku pêşî li şîdeta li ser jinê bigire dest bi pêngavek wisa kir ku tevahî jinên Kurdistanê û jinên cîhanê cihê xwe di nava vê pêngavê de bigirin. Ji bo vê yekê jî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi ti şêweyî şîdeta li ser jinê qebûl nekir. Bi fikrên Rêber Apo dest bi artêş bûna jinê kirin. Her wiha di roja me ya îro de ev artêşbûyîn bi pêşengtiya hezaran jinên Kurd û cîhanê li Rojhilat Navîn û Kurdistanê tê bi rêvebirin.”
 
Endama Meclîsa Îştar Fedîle Tok wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila tevahî hêzên desthilatdar bizanin ku wê ti carî hêza jinê neyê wenda kirin. Tevgera Azadiya Kurdistanê bi fikrên Rêbar Apo hatiye perwerde kirin û wê ticarî ev fikir ji aliyê ti hêzên desthilatdar û dagirker ve neyê tine kirin."
 
Meş bi dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî', 'Bijî Serok Apo' û 'Kesek nikare roja me tarî bike' bi dawî bû.