Li Kantona Şehbayê bi hezaran jinî şideta li ser jinê şermezar kirin

  • 15:41 25 Mijdar 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşma "Sonda me em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" carek din jinên Efrînê û Şehbayê daketin qadan û tundiya li ser jinê şermezar kirin.
 
Bi boneya 25'ê mijdarê roja Têkoşîna li dijî şideta li ser jinê bi dirûşmeya "Sonda me em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn" Kongreya Star meşeke girseyî bi tevlîbûna bi hezaran jinên kurd, ereb, tirkmen ên Efrînê û Şehbayê, sazî û desteyên Rêveberiya xweser, Kongreya Star, Yekîtiya Jina Azad ya Kantona Şehbayê meş hat li darxistin û bi yek dengî Tûndiya li ser jinê hat şermezarkirin.
 
Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê, her sê pêşengên jinên kurd pankertên " Jin jiyan e jiyanê nekujin" , "Ji bo azadiya Rêber Apo serî Hildin", "Na ji bo Şideta li dijî jinê, werin em bi vîna Jina azad dagirkeriyê hilweşînin" hatin hilgirtin.  
 
Meşa girsayî ji Navçeya Ehdesê dest pê kir, heta hola gundê Maratê ya Navçeyê Fafînê dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongreya Star Şîraz Hemo, hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Wefa Husên axivîn. Di axaftinê de soza berdewamkirina têkoşîna li dijî şideta li ser jinê hat dayin û gotin: Bi vîna azad, bi îradeya jinan em ê dawiyê li tundiyê bînin." 
 
Meş bi dirûşmeyên `'Jin Jiyan Azadî', 'Jin Jiyan e jiyanê nekujin', 'Bê Serok jiyan Nabe' bi dawî bû.