'Li hemberî mêrê desthilatdar berxwedan li dijî dewletê têkoşîn e'
- 15:24 25 Mijdar 2018
- Rojane
COLEMÊRG- Bi minesebeta 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî Geverê ji aliyê jinan ve panel hat lidarxistin.
Bi minesebeta 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna navneteweyî ya li dijî tundiya li ser jina li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi tevlîbûna parlementera HDP`ê ya Wanê Muazez Orhan û parezer Harîka Karataş û rêxistinên HDP,DBP`yên navend û navçe panel hatlidarxistin. Panel bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di destpêka panelê de endama PM`'ê ya DBP`ê Şehzadê Kurt axivi. Şehzadê diyar kir ku divê jin li dijî hemû êrîşan xweparastina xwe biafirinin.
'Li hemberî tundiya mêr berxwedan'
Piştî Şehzadeyê parlementera HDP`ê ya Wanê Muazez Orhan axivî. Muazezê anî ziman ku hişmendiya mêrê ku tundiyê dike û dewletê hemane û wiha got:“Di civakê de her cureyên tundiya li ser jinan pêk tê. Jinên ku bi tundiyê re rû bi rû diminin tundiyê vedişerin. Divê em ne veşerin tundiya mêr teşhîr bikîn. Jinên ku li hemberî mêrê desthilatdar berxwe dide di heman demî de li hemberî dewletê jî berxwe dide. Ji ber wê jî dewlet jinê hedef digire. Tundiya mêr û dewletê bi têkoşîna jinan dê bi dawî bibe.”
“Hişmendiya dewletê û mêrê desthilatdar heman e”
Herî dawî parêzer Harîka Karataş axivi. Harikayê jî bal kişand ser tundiyê û wiha dom kir;“Navbera hişmandiya dewletê û hişmendiya mêrê desthlatdar tu cudahî tune ye. Di hiqûqê de jî em dikarîn heman tiştî bibinîn.”
Panel bi nîqaşan dawî bû.