Jinên ku astengî derbas kirin li qadan e: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bi ser kevin

  • 15:11 25 Mijdar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li gel hemû astengiyan li gelek bajaran derketin qadan û meş li dar xistin diyar kir ku ew mêtingeriyê qebûl nakin û wiha gotin: "Hêza jinê ya ku hûn jê ditirsin, edaleta ku wê bi destê jinê bê avakirin, îradeya azad û xweser ya jinê wê dawî li zîhniyeta baviksalar bîne."
 
Platforma Jinan a Axtemarayê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê li Wanê meş pêk anîn û daxuyanî da çapemeniyê. Polîsên ku nexwestin jin meşê pêk bînin nehiştin ku bimeşin Parka Musa Anter. Lê jinan astengî nas nekir û meşa xwe berdewam kirin.  Jinên ku meş pêk anîn dowîzên, "Jin jiyan azadî", "Jin jiyane jiyanê nekuje" û "Jin ji bo azadiyê dakevin kolanan" hilgirtin. Di meşa ku hat lidarxistin de Aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe û û gelek jin tevli bûn.
 
Jinên ku piştî meşê Parka Musa Anter a Aştiyê kom bûn û dirûşmên "Jin jiyan azadî berz kirin" parlamentera HDP'ê Bedî Ozgokçe axivî û astengikirina walîtiyê ya meşa jinan şermezar kir û wiha got: "Ev astengiyên ku bi riya walî û qeymeqamên hikûmetê tên kirin ji bo bêdengkirina jinan e. Em dibêjin kuem vê nêzîkatiyê qebûl nakirin."
 
Endama Egitîmsenê Gulcan Kaçmaz  ku li ser navê Platforma Jinê ya Axtamarayê axivî  jî ev tişt got: "Li herêma ku em lê dijîn pêkanînên îktîdara 16 sal e li ser kare ya faşîst zîhniyeta bavikslar pêş ve xistiye. Armanca wê têkbirina destkeftiyên jian e." Gulcan di dawiya axafitna xwe de bang li jinan kir ku lidijî pergala bavikslar rêxistinbûna xwe bilind bikin. 
 
 Dxuyanî bi dirûşim û lîlandina jinan bi dawî bû. 
 
Êlih
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Dijî Jinê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Aktîvîstên TJA, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û gelek nûnerên rêxistinên civakî yên jin amade bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta "Jin, jîyan, azadî" vekirin û di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, dorpêço polîsan şermezar kir û wiha got: "Li dijî jinan bi destê îktîdarê tundî tê meşandin. Niha li vir 50  jin daxuyanî didin, lê çarqat polîs li dora  me kom bûne. Ev cureyekî tundiyê ye.  Em vê nêzîkatiyê qebul nakin." 
 
Bajaran bal kişand ser çalakiya KCD'ê Leyla Guven û wiha got: "Daxwaza Leyla Guven rakirina tecrîdkirina Ocalan e. Daxwaza wê daxwaza me ye. Bi hezaran salin jin di bin tecrîdê de ne. Ji ber vê yekê em baş dizanin tecrîd çiye. Em li çalakiya Leyla Guven xwedîderdikevin." Başaran heri dawî bang li jinan kir ku ji bo hilbijartinê namzetiya xwe diyar bikin.  
 
Aktivîsta TJA'yê Zozan Şimşek jî diyar kir ku vîna jinêbi qeyûm hatiye desteserkirin û wiha got: "Em li çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîda li Îmraliyê xwedî derdikivin. Em de bi hevî û baweri çalakiyên xwe berdewam bikin. Bi rêxistinbûna jinan dê aştî û azadî bi ser bikeve. Tewez em dê bi ser bikevin."
 
Mêrdîn
 
Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li avahiya KESK'ê şano, fîlm û pêşangeha wêneyan li dar xist. 
 
Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li avahiya KESK'ê şano, fîlm û pêşangeha wêneyan li dar xist. Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Günay, endam û rêvebirên HDP û DBP'ê yên navendê û endamên platforma jinan tevlî bûn. Bername di serî de bi "Şanoya Kolanan a Deriyê Nû" ku ji Îzmîrê hat dest pê kir. Piştre bername bi fîlmê bi navê " Mustang" ve berdewam kir. 
 
Bername bi pêşangeha  wêneyên ku jin rastî tundiyê hatine û jinên ku têkoşiyane hat nîşandan û bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.  
 
Şirnex
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê li navçeya Sîlopî ya Şirnexê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek endam û rêveberên Meclisa Jinan yên HDP'ê li ber avahiya HDP'ê ya Sîlopiyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Meclîsa Jinên Zubeyde Zumrut jî tev li tundiyê bû. Jinan di çalakiye de pankarta “Li dijî tundiya mêr û dewletê bijî piştevaniya jinan." veikirin.  Hevseroka HDP'ê ya Silopiyê Fatma Gunduz, diyar kir ku her roj bi dehan jin rastî tundiya mêr tên û wiha got: "Mixabin pergala heyî vê tundiyê rewa nişan dide. Ji bo ev tundî bi dawî bibe divê jin ne tenê 25'ê mijdarê li qadan û kolanan bin. Divê jin her dem li dijî tundiyê li kolan û qadan têbikoşin. Em Leyla Guven jî silav kir û piştgiriyê didin çalakiyla wê."
 
Endama Meclîsa HDP’ê Zumrut jî diyar kir ku wekî her dem dê ji niha û şûnde jî tekoşîna jinê xurt bikin. Zumrut çalakiya Guven silav kir û xwest demildest tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. 
Jinan piştî daxuyaniyê dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Riha 
 
Platforma Jinan a Rihayê jî bi heman armancê li ber Kargeriya Karakoyûnê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy, Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen, endam û rêvberên DBP, ÎHD,CHP û Mala Jiyanê jî di çalakiyê de amade bûn. Polîsên dora çalakgeran dorpêç kir li nasnameyê nerîn û li GBT'ê nerîn. Di çalakiyê de Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Sema Aîşeoglu diyar kir ku AKP ji bo bi hêzanî civakê têxe kontrola xwe û li gorî xwe bi rêve bibe dixwaze jinê di malê de hepis bike. Çalakî bi tilîlîyan bi dawî bû. 
 
Dîlok 
 
Platforma Jinan a Dîlokê jî li Yeşilsû daxuyan dan. Jinan di çalakiyê de pankarta “Em dê azadiya xwe bi dest bixin. Em dê dawî li serdestiyê bînin" vekirin. Di çalakiye de wêneyên jinên ku ji ailyê mêr ve hatine kuştin vekirin û bi darên li parkê vekirin. Sekretera Jinan a Şaxa Egîtim Sen'ê ya Dîlokê Sara Alagoz, diyar kir ku li gorî rapora Foruma Aboriya Cîhanê Tirkiye di nava 140 welatan de di rêza 131’an de ye 
 
Dêrsim
 
Platforma Jinan a Dersime jî bi heman armancê li Qada Seyit Riza daxuyanî da. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê Platformê Tuba Apaydin daxuyanî da. Apaydin, destnişan kir ku bi hişmendiya “Jin û mêr ne weknevin" politîkayên dijminantiya jinê tê pêşxistin. Apaydin, destnişan kir ku polîtîkayên ku AKP li ser jinê ferz dikin qebûl nakin û red dikin û wiha got: "Em dê li dijî van polîtîka û tundiyê têkoşîna xwe mezin û xurt bikin. Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.
 
Agirî 
 
Jin li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî bi tevlêbûna Parlanentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya di taştê de kom bûn. Jinan eleqeyek mezin nîşanî civînê da. Hevseroka HDP'e ya Bazîdê Arzu Savaş, bal kişand ser girîngiya 25'ê Mijdarê. Huda Kaya jî ani ziman ku jinên îro li ber xwe didin her dem li dijî feraseta mêr di nava têkoşînê de ne û wiha got: "Têkoşîna jinan ne qediya û dê tu car nexede." Piştî civina taştê jinan dirûşmeya “Jin jiyan azadi” berz kirin. 
 
Li ser banga Platforma Jinan a Enqereyê jî bi heman armancê bi sedan jin kom bûn. Jinên li Kolana Sakarya kom bûn daxuyanî dan û çalakî pêk anîn. Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Filiz Kerestecioglu û gelek jinên din amade bûn. Jinan li vir çalakiya Leyla Guven silav kirin û piştgirî dan çalakiyê. Jinan xwest hemû jinên cîhanê yekîtî û piştevaniya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe li qadan berdewan bikin. 
 
Mugla
 
Li Muglayê jî çalakiya 25'ê mijdarê hat lidarxistin. Jinên ku li Qada bê Sînor ya Muglayê kom bûn û tundiya li jinê tê kirin şermezar kirin. Jinan diyar kir ku ew ê li dijî zîhniyeta baviksalar li hemû qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin.