TJA: Dê ciwan roja me ya îro ronî bike
- 15:06 25 Mijdar 2018
- Rojane
AMED -TJA'yê ji bo Kongreya Meclîsa Ciwanan peyam şand û got:"Em dizanin ku dê ciwan roja me ya îro ronî bike."
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 2'emîn Kongreya xwe ya bi şîara"Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, mêtingeriyê parçe bike" des pê kiribû, didomînin. Peyamên TJA'yê, SGDF, ESP, Meclîsa Ciwanan, ji bo Kongreya Meclîsa Ciwanan, Partiya Şoreşger, Yekîtiya Xwendekarên Partiya Kominist a Kurdistanê, Endamên Yekîtiya Ciwanan a Rojhilat, hatin xwendin.
'Em ê tecrîdê tu carî qebûl nekin'
Maria Oztopçu peyama TJA'yê xwend û got:"Em ji rojên dîrokî derbas dibin. Şerê Cîhanê yê 3'emîn li ser jin û cieanan ji aliyê dewletên dagirker ve tê meşandin. Tê xwestin ku fikrên Birêz Abdullah Ocalan ên ji bo aştiya Rojhilata Navîn bê tunekirin. Em wekî TJA'yê tu carî tecrîdê qebûl nakin. Îro jî roja 25'ê Mijdarê ye em dizanin ku dê ciwan roja me ya îro ronî bike."
Kongre bi perspektîfa serdema nû ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û bi xwendin rapora faaliyetê tê xwendin."