Pervîn Buldan: Ev hilbijartin ji bo me referandûm e
- 14:22 25 Mijdar 2018
- Rojane
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku ew di pêvajoyeke ku nêzî 5 hezar endamên wan girtî ne de dîsa dikevin pêavajoya hilbijartinê, ev hilbijartin ji bo wan referandûm e û ew ê bi rûhê seferberiyê dest bi xebatên hilbijartinê bikin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li rêxistina xwe ya li Arnavutkoyê starta hilbijartinên ku ew ê di 31'ê Adarê de bên kirin di bernameya taştê de dan. Di bernameya ku hat amdekirin de Hevseroka Giştî ya HDP'ê , rêvberên HDP'ê yên navçeyê, yên rêveberên DBP'ê û gelek welatî amade bûn. Pervîn derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de nirxandin kir û got ku keda jinan a li dijî tundiyê girîng e. Pervîn diyar kir ku Tundiya li dijî jinê polîtîk e, her çend ku hişmendiya baviksalar bixwaze têkoşîna jinan tê bibe jî ew ê jin tucarî paşve gavê neavêjin û berxwedana xwe bidomînin.
Bûldan diyar kir, jin timî li refên herî pêş ên têkoşînê cih girtin û işaret bi Leyla Guven a ku li Girtîgeha Amedê ketiye greva birçîbûnê kir: "Leyla Guven 18 roj in di greva birçîbûnê de ye. Ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Birêz Ocalan dest bi grevê kir."
'Abdullah Oclana xeta me ya sor e'
Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan got, li Îmraliyê tecrîd di nava tecrîdê de heye û wiha dewam kir: "Nêzî 3 sal û nîv in brêz Abdullah Ocalan nikare parêzer, malbat û heyetên siyasî bibîne. Mafê wî yê nivîsandina nameyan, axaftina bi telefonê tê astengkirin û têkiliya wî ya bi derve re hatiye birîn. Çawa ku rol û mîsyona Birêz Ocalan a di pêvajoya aştî û têkoşînê de ji bo paşeroja vî welatî girîng bû, yên ku niha tecrîdê ferz dikin baş pAê zanin ku Birêz Ocalan ji bo me 'xeta sor e'.
'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ne ya qebûlkirinê ye ku destûr neyê dayin mirovek xizmên xwe bibîne û dengê wî li girtîgehê asê bê hiştin. Ji bo paşeroja vî welatî, ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, em careke din dixwazin bêjin ku divê tecrîdkirina Birêz Ocalan biqede. Bi vê wesîleyê em Leyla Guven silav dikin û bejna xwe li ber çalakiya wê bi rêzdarî ditewînin."