Jinên Minbicê ji bo 25'ê mijdarê Çalakiyek li dar xistin
- 14:09 25 Mijdar 2018
- Rojane
MINBIC - Bi boneya 25'ê Mijdarê jinên Minbicê çalakî li dar xistin.
Jinên minbicê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê çalakî li dar xistin. Bi beşdarbûna mêr û jinan li Qada Minbicê ya ku DAÎŞ'ê li wir jin recim dikir jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Di çalakiyê de pankartên "Ji kolekirina jinan re na", "Dest bi dest faşîzmê têk bibin" hat hilgirtin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin hat despêkirin. Piştre Endama Rêveberiya Meclîsa Sîvîl a Minbicê Nor Elhamid, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê Nirsîn Berkel axivîn. Di axaftinan de hat gotin ku li dijî tundiyê dê têkoşîna hevpar mezin bikin û ji bo dawî li tundiya li ser jinê bê dê her dem çalakî bidomin.
Çalakî bi lîstika şanoyê ya mijara wê tundiya jinê bû bi dawî bû.