Sebahat Tuncel: Jin ji bo siberoja xwe ava bikin xwe bi rêxistin dikin
- 13:50 25 Mijdar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ji bo 25'ê Mijdarê nameyek şand. Sebahatê da zanîn ku daxwaza Leyla Guven daxwaza wê ye jî û got:"Em wekî jinên siyasî yên li Zindana Kandirayê em hemû jinan bi dirûşma " Jiyan jiyan azadî" slav dikin."
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, li ser navê girtiyên siyasî yên jin ên li Kandirayê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê nameyek şand. Sebahatê di nameyê de anî ziman ku ala têkoşîna ya Xwişkên Mîrabel niha ji aliyê hemû jinên cîhanê ve tê bilindkirin û got ku bi milyonan jin li vê mîrateyê xwedî derdikevin.
Her wiha Sebahatê bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo tecrîda giran a li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
Sebahatê di nameya xwe de wiha got:"Jin ji dîrokê heta niha her dem li dijî tundî, tecawiz, mêtingerî û zextan derketiye. Dîroka jinan a têkoşîna wekhevî û azadiyê di heman demê de dîroka hebûna jinê ye. Binpêkirina mafan û kedê, xebata bêrêxistin û newekhevî li ser jinan tê ferzkirin. Lê em bi piştgiriya xwe nîşan didin ku em ne tenê ne û jin ji bo siberoja xwe ava bikin xwe bi rêxistin dikin. Daxaza jinan a herî girîng yek jê aştî ye. Bi taybet ji bo cihê ku em lê dijîn aştî pêwistiyek mezin e. Aştî ne tenê sekinandina çekan e, di heman demê de tê wateya wekhevî, demokrasî û ewlehiyê.
Çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo jiyanek wekhev girîng e. Aştiya ku pêşengiya wê jin dike dê bibie sedema wekhevî û azadiya gelan. Em di heman demê de çalakiya Rêhevala xwe Leyla Guven a ji bo Birêz Abdullah Ocalan slav dikin. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Em wekî jinên siyasî yên li Zindana Kandirayê em hemû jinan bi dirûşma " Jiyan jiyan azadî" slav dikin."
Bijî Yekîtiya Jinan
Bijî Berxwedana Jinan
Jin Jiyan Azadî."