Di Kongreya Ciwanan a HDP'ê de çalakiya Leyla Guven hat slavkirin

  • 12:43 25 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED-2'emîn Kongreya Awarte ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi axftinan didome. Di kongreyê de çalakiya greva birçîbûna ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, a ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat slavkirin.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 2'emîn Kongreya xwe ya bi şîara"Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, mêtingeriyê parçe bike" dest pê kiribû bi axaftinan didome. Kongre bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê û bi gotina strana "Çerxa Şoreşê" dest pê kir. Piştî rêzgirtinê dîwan hat hilbijartin û piştre axaftin hatin kirin. Parlamentera HDP'ê Pero Dundar di destpêkê de ciwanên ku beşdarî kongreyê bûn slav kir. 
 
'Em ê dengê xwe bilind bikin'
 
Pero diyar kir ku ew di pêvajok bi zext derbas dibin û got:"Em çalakiya Leyla Guven a ku ji bo Birêz Abdullah Ocalan dest pê kiriye slav dikin. Bi salan e ku li ser Birêz Ocalan tecrîtek giran tê meşandin. Ev tecrîda ne tenê li ser Ocalan li ser Kurd, Tirk, ciwan û hemû civakê tê kirin. Di amadekariya Kongreyê de gelek ciwanên me hatin binçavkirin. Em Hevberdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Tuna Aydin a ku di xebatan de hat binçavkirin û piştre hat girtin jî slav dikin. Em dibêjin berxwedan jiyan e û em dibêjin em mafdar in û em ê mafên xwe biparêzin."
 
'Em ê faşîzmê têk bibin'
 
Piştre peyama Hevserokê HDP'ê Sezai Temelli yê ku ji ber rewşa hewayê ya xirab beşdarî kongreyê nebû hat xwendin. Sezai got:"Em ê faşîzmê têk bibin. Wek Mazlûm û rêhevalên wî dibêje: Berxwedan jiyan e, jiyan berxwedan e. Pêşeroja me li gel ciwanan li berxwe dide."
 
'Tecrîd li hemû civakê tê kirin'
 
Piştî peyama Sezai Temelli Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk got:"Di şexsê Birêz Ocalan de tê xwestin ku gel bê tunekirin. Planên hêvî û aştiyê yên Ocalan hene. Ji ber ku ji fikrên Ocalan ditirsin wî tecrîd dikin."
 
Her wiha Berdan çalakiya Leyla Guven slav kir û got:"Tecrîdkirin ji bo hêviyên gel bê tunekirin tê kirin. Leyla Guven tecrîdê qebûl nake. Em ji vir slavên germ ji Tîpa E'yê ji Leyla Guven re dişînin."
 
Berdan herî dawî got:"Bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin."
 
Kongre bi xwendina peyamên ciwanan ên ku ji her çar parçeyên Kurdistanê hatine didome.