Kongreya Ciwanan a HDP'ê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dest pê kir

  • 11:23 25 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi şîara "Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, mêtingeriyê parçe bike" 2'emîn kongreya xwe bi beşdarbûna bi hezaran kesî û bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dest pê kir.  
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şîara "Xwe bi rêxistin bike, azad bibe, mêtingeriyê parçe bike" 2'emîn kongreya xwe bi beşdarbûna bi hezaran kesî û bi dirûşma "Jin jiyan azadî" li Eywana Konferans û Kongreyê ya Geterler a Navçeya Rezan a Amedê dest pê kir.  Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Hêzên Şoreşger ên Ciwan (DEV-GUÇ), Meclîsa Ciwanan a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Şoreşger, Yekîtiya Xwendekaran a Partiya Kominist a Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê, Endamên Yekîtiya Xwendekaran ê Rojhilat û gelek ciwan beşdarî konreyê bûn. 
 
Jinên ciwan bi kincên xwe yên rengo rengo beşdarî kongereyê bûn
 
Pankartên "Bi rihê jinên cîwan xwe bi rêxistin bike, tecrîdê bişkîne", "Çi dibe bila bibe dê dawî gelek baş be", "Bi têkoşîna yekîtiya ciwanan xwe bi rêxistin bike û faşîzmê têk bibe", "Ji bo zanîngehên azad û xweser serî hilde" hatin daliqandin. Gelek ciwanên ku ji derveyî bajêr beşdarî kongereyê bûn berî kongereyê govend gerandin û stran gotin. Jinên ciwan bi kincên we yên gelêrî û rengo rengo beşdarî kongereyê bûn. Ciwanên ku eywan tije kirin lîrandin û bi strana 'Amed berxwe bide" dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Em ê bi serîhildanê bi ser bikevin", "PKK gel e gel li vir e", "Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Kongre dê bi axaftinan bidome.