Şaredariyê bîrdariya ji bo jinên hatin qetilkirin hatibû çêkirin rakir

  • 11:12 25 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL - Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê de bîrdariya dijîtal ku ji bo jinên ji aliyê mêran ve hatibûn qetilkirin li Beşîktaşê hatibû çêkirin nîvê şevê rakir.
 
Şaredariya AKP'yê ya Bajarê Mezin a Stenbolê, di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê de bîrdariya dijîtal ku ji bo jinên ji aliyê mêran ve hatibûn qetilkirin li Beşîktaşê hatibû çêkirin nîvê şevê rakir. Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê derbarê mijarê de li ser medya civakî  bertek nîşanî helwesta şaredariyê da û ev parvekirin kir: "Îro 25'ê Mijdarê ye. Tundî berdewam dike."
 
Rakirina bîrdariya ku ji bo jinên di encma tundiyê de hatin qetilkirin di 25'ê mijdarê de bû sedema bertekên mezin li ser medya civakî.