Jinên Ereb: Rêber Apo ji bo jinan têkoşînek mezin da
- 10:39 25 Mijdar 2018
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Jinên pêkhateyên Ereb ên Kantona Şehbayê di derbarê 25 Mijdarê de gotin:"Rêber Apo pêşengtiya têkoşîna jinê kir û ji bo jinan têkoşînek mezin da. Jinên ku bi koletiyê û bi tundiya zihniyeta baviksalarî rû bi rû mane bi saya Rêber Apo serî hildane."
Jinên Ereb di derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de diyar kirin ku li dijî tuniyê em berxwedana xwe didomînin û gotin:"Ji dîrokê heta niha di bin navê îslamê de tundiya dijmirovî li ser jinan tê kirin. Ev hîn jî didome. Divê em hemû li dijî vê yekê rabin."
Berdevka Şaredariya Kantona Şehbayê Xedîce Hebeş wiha got:"Ew wekî jinên Şehbayê berî ku em fikir û felsefeya Rêber Apo nas bikin em bi gelek cureyên tundiyê rû bi rû diman. Lê piştî ku me felsefeya Rêber Apo nas kir êdî em li dijî tundiyê bêdeng neman û me serî netewand. Em niha jî serî natewînin."
'Li ku dibe bila bibe, bêdengiya li dijî tundiyê nayê qebûlkirin'
Mamosteya Zimanê Erebî Emîne Muhemed da zanîn ku tundî divê li tu kesî neyê kirin û wiha got:"Divê li dijî tundiya li ser jinê tu kes bêdeng nemîne. Efrîn li ber çavên hemû cîhanê hat dagirkirin. Gelek kes hatin kuştin, bi tecawiz û tundiyê rû bi rû man. Her wiha bi hezaran kes hatin koçberkirin. Yên herî zêde bi tundiyê rû bi rû man jî zarok û jin bûn. Divê hemû cîhan li dijî tundiyê bisekine. Li ku dibe bila bibe, bêdengiya li dijî tundiyê nayê qebûlkirin."
'Heta ku em serî hilnedin em ê her dem bên çewisandin'
Endama Komîteya Aborî ya Komîteya Meclîsa Kantona Şehbayê Menel Çepo jî wiha got:"Em wekî jinên Şehbayê yên ku li ser felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin û perwerde dikin em her li dijî tundiya mêr disekin. Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî tundiyê her dem serî hildin. Heta ku em serî hilnedin em ê her dem bên çewisandin."