Li Şengalê ji bo 25'ê Mijdarê daxuyanî hat dayin

  • 10:12 25 Mijdar 2018
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ bi boneya 25'ê Mijdarê daxuyanî da.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku ji bo parastina ji her cureyên tundiyê têkoşîn mezintir bibe.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser esasê fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan divê rêxistina li dijî tundiyê xurtir bibe û hat ragihandin ku jinên Êzidî ew ê bi îradeya xwe ya azad têkoşîna xwe bidomînin.