‘Heta bêcezabûn bidome wê kuştinên jinan jî bidome’
- 09:10 25 Mijdar 2018
- Rojane
WAN - Fîgen Erdem di 2017’an de li Stenbolê ji aliyê mêrê ku dest jê berdabû hat qetilkirin. Xwişka Fîgenê, Zeynep Erdem balkişand ser polîtîkaya bêcezabûnê û berteka xwe wiha anî ziman: “Heta ceza nedin mêrên kujer wê qetilkirina jinan jî bidome.”
Li Stenbolê di 2017’an de jina bi navê Fîgen Erdem ji aliyê hevjîn û malbata hevjîn ve ewil hat îşkencekirin û piştre jî li kolanê hat qetilkirin. Di ser bûyerê de salek derbas bû. Ji bo mêrê ku Fîgen qetil kir 13 sal ceza hat dayîn. Xwişka Fîgenê, Zeynep Erdem îşkeceya ku li xwişka wê hat kirin wiha vegot:“Li ser bedena Fîgenê cîgare hatin temirandin. Utu bi bedena wê ve danîn. Bi zor alkol danê, neynukên wê rakirin, diranên wê rakirin û piştre qetilkirin, avêtin kolanê.”
Zeynebê bi lêv kir ku ew ê şopdarê dozê bin û wiha got: “Ne 13 sal divê muebeta giran li kujer bihata birîn. Bi polîtîkaya bêcezabûnê mêrên kujer tên parastin û heta ev mêr li kolanê bin wê kuştinên jinan jî zêde bin. Ev kes 13 salan raz e wê dîsa derkeve dîsa jinan qetil bike. Biryarên wisa ji aliyê mêran ve mînak tê girtin.”