DOGUNKAD: Li dijî zîhniyeta tune dihesibîne yekbûn şert e
- 09:05 25 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Seroka DOGUNKAD’ê Ferda Cemîloglu destnîşan kir ku newekheviya zayendî ya li Tirkiyeyê bi xebatên hestiyar û veguhertî dikare pêşî lê bê girtin û wekheviya zayendî mafê esas ê mirovan e. Ferdayê daxuyakirin ku di qada kar de tevî ku wek mêran kar dikin jî keda wan nayê dîtin, divê jin li dijî vê zîhniyetê bi hev re têbikoşin.
Di 2014’an de di Endeksa Wekheviya Zayendî ya Civakî ya ji aliyê N’yê ve hatiye kirin, Tirkiye di nav 105 welatan de di rêza 71’ê de, di Rapora Zayenda Civakî ya Global a 2015’an ya Foruma Aboriya Cîhanê de jî Tirkiyeyê di nav 145 welatî de di rêza 130’an de cih girt.
Seroka Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilatê Başur û Rojhilat (DOGUNKAD) Ferda Cemîloglu sedemên di mijara newekheviya zayenda civakî û xebatên der barê wê de dimeşînin vegot. Ferdayê anî ziman ku bi Komeleya Çareseriya Nû- Mafên Mirovan ên Jinan (KÎH-Ç) re di çarçoveya bernameya perwerdeyê ya ‘mafê mirovan a jinan’ de xebatên bi mijara ‘weheviya zayenda civakî’ meşandine. Ferdayê bi lêv kir ku vê xebatê pêkanîna wekheviya zayendî hedef dikin.
Wê pirsgirêkên di qada xebatê de bibe pirtûk
Ferdayê ev tişt anî ziman: “Em hewl didin tespît bikin ku çend jin ji derveyê qeydê dixebitin. Em hewl didin li hemû herêmê vê xebatê pêk bînin. Armanca me ev e em çareseriyan ji pisgirêkan re biafirînin. Hedefa me ya din jî ev e ku em pirsgirêkên jinan ên di qada xebatê de hatine tespîtkirin bikin pirtûk.”
‘Li dijî zîhniyeta tune dihesibîne yekitî şert e’
Ferdayê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê rolên zayenda civakî ne wekhev in û daxuyakirin bi semînerên ‘wekheviya zayenda civakî’ armanc dikin ku pêşî li newekheviyê bigirin. Ferdayê anî ziman ku li dijî zîhniyeta ku jinan tune dihesibîne yekîtî şert e û di vê mijarê de komeleyên jinan ji bo wekhevî têkoşîna xwe bidomînin û wiha dawî lê anî: “Newekheviya zayendî ya li Tirkiyeyê bi xebatên hestiyar û veguhertî dikare pêşî lê bê girtin. Wekheviya zayendî mafê esas yê mirovan e. Di qada kar de tevî ku jin wek mêran kar dikin jî keda wan nayê dîtin, divê jin li dijî vê zîhniyetê bi hev re têbikoşin.”