ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2018'AN
- 09:00 25 Mijdar 2018
- Rojev
*Koordînatora Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvîn Siuêmen tekez kir ku çawa jin di civaka xwezayî de bibû pêşeniga civakê û rola xwe di hemû milan de listibû îro bi heman awayî tevî hemû binpêkirinên mafan jina kurd ,carek din jin ji nû de afrandin û rêvebertiya xwe di civakê de dide meşandin. BI DÎMEN
*Rêvebera Mala Jinê îlham Omer û Endama Dîplomasiyê ya Kongreya Star Nejbîr Teyar li dijî tundiya li ser jinê di salekê de asta rêxistinkirina xwe nirxand.
*Endama MYK ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku rapora di du salan de der barê 127 girtiyên nexweş de amade kiribû şandine Wezareta Dadê û wezaretê di 20 rojan de bersiva ‘lêkolînên pêwist hatiye kirin’ da. Nurayê bi lêv kir ku çawa dibe di 20 rojan de derbarê 127 girtiyên nexweş de lêkolîn hatiye kirin? DÎMEN HEYE
*Seroka DOGUNKAD’ê Ferda Cemîloglu destnîşan kir ku newekheviya zayendî ya li Tirkiyeyê bi xebatên hestiyar û veguhertî dikare pêşî lê bê girtin û wekheviya zayendî mafê esas ê mirovan e. Ferdayê daxuyakirin ku di qada kar de tevî ku wek mêran kar dikin jî keda wan nayê dîtin, divê jin li dijî vê zîhniyetê bi hev re têbikoşin.DÎMEN HEYE
*Li Cizîrê ji bo 9 taxan biryara ‘qada bi rîsk’ hat dayin. Ji bo vê serî li hemû riyên hiqûqî hat dayîn û piştî vê biryar bidin Dadgeha Destûra Bingehîn. Parêzeran li ser navê malbatan serlêdan kirin û sedema ku çima divê biryar betal bibe, di daxwaznameyê de bi hincetan vegotin.
*Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay bi lêv kir ku bi hevserokatî û hevbedevkiyê hebûna jinan di siyasetê de xurt bûye, lê pergala bûye navendî li dijî vê tê wateya êrîşê û wiha got: “Em dizanin ku li dijî rolên jinan a di siyasetê de êrîş heye. Em bi biryar in cihê xwe ji pergala mîlîter nehêlin.”DÎMEN HEYE
*Fîgen Erdem di 2017’an de li Stenbolê ji aliyê mêrê ku dest jê berdabû hat qetilkirin. Xwişka Fîgenê, Zeynep Erdem balkişand ser polîtîkaya bêcezabûnê û berteka xwe wiha anî ziman: “Heta ceza nedin mêrên kujer wê qetilkirina jinan jî bidome.”DÎMEN HEYE