Hevdîtinên 25'ê Mijdarê: Jinan dest bi nivîsîna dîroka xwe kir

  • 16:58 24 Mijdar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdrê de jinan li gelek bajarn çalakî li dar xisitn û bal kişandin ser tundiya mêr-dewletê. Peymên piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re hatin dayîn, di hevdîtina li Sêrtê de Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Ebrû Gunay axivî  û got ku jinan dest bi nivîsîna dîroka xwe kiriye.
 
Meclisa JInan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê di çarçovyea çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya bi Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de civîn li dar xist. Civîna ku li avahiya HDP'ê ya Cizîrê hat lidarxisitn Endama Meclisa JInan a HDP'ê  Berîvan Kutlu, Endamên rêxistina HDP û DBP'ê tevli bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. 
 
Di civînê de Cîgira Hevşaredarên HDP'ê yên Şirnexê  û Endama Meclisê  Şîrîn Kiliç axviî  û got ku divê jin li hemû qadên jiyanê bi hev re têbikoşin. 
 
Hevseroka DBP'ê ya Cîzîrê Hazne Arslan ku di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de keça wê û lawê jiyana xwe ji dest dan axivî û diyar kir ku zilma dewletê berdewam dike lê ger ku em bibin îrade em dikarin hem zilma dewletê hem jî ya mêr têk bibin. 
 
Berîvan Kutlu jî anî ziman ku bi mîlyonan jin niha li gel hevin û niha jî jinên botanê ji têkoşînê re pêşengiyê dikin. 
 
Sêrt
 
Meclisa Jinan a HDP'ê ya Sêrtê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li avahiya HDP'ê ya Sêrtê panel pêk anî. D panela bi dirûşmeya "Em ê têkoşîna azadiya jinê bi înat berdewam bikin" de Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Sêrtê Belkis Beştaş Epozdemir ku ji peywirê hat avêtin, Hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Ayşe Ekîncî, Endama Meclîsa HDP'ê Hurriyet Kaytar û gelek jinên din amade bûn. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdîne Ebrû Gunay jî wekî panelist beşdar bû. Gunay, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven u wiha got: "Guven bi armanca balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Hevala me Leyla Guven bi armanca tecrîd bi dawî bibe dest bi greva bêdem kiriye. Em çalakiya wê slav dikin û piştgiriyên xwe tînin ziman.
 
'Bila tecrîd bi dawî bibe' 
 
Ebrû, destnîşan kir ku di dîrokê de her dem dîrok ji aliyê desthilatdaran ve hatiye nivîsandin û wiha got: "Wekî dîroka gelê me, dîroka jinan jî bi destê desthilatdaran ve hatiye nivîsin. Lê dewir hat guhertin. Piştî jinan dest bi têkoşînê kir êdî jin bi destê xwe dîroka xwe dinivîsin. Jinên ku di dirokê de her dem rastî tundiya mêr hat êdî bi xwe dîroka xwe dinivîsin. Êdî ji vê tundiyê re dibêjin raweste. Em çalakiya Leyla Guven silav dikin. Ji ber ku yek ji sedemên tundiya li ser jinê tecrid e. Piştî tecrîdê tundî jî zêde bû. Îro jinên kurd ji bo azadî û têkoşîna hebûna xwe deyndarên Birêz Ocalan in. Ji ber ve yekê divê demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. HDP li Tirkiye partiya jinê ye. Di nava partiyên Tirkiye de yekemîn partiya ku nûneriya jinê dke ye. HDP, li Tirkiye yekane partiya jinê ye." 
 
Riha 
 
Li Rihayê ji Komeleya Mala Jiyanê bi heman armancê li ber avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Baskê Jinan a CHP'ê ya Rihayê jî tev li daxuyaniyê bûn. Cîgira Seroka Komeleya Mala Jiyanê Sema Koroglu ani ziman ku li Tirkiyeher rojê 2  jin tên kuştin û li gorî rapora Zinarê Cînayetên Kurevî ya Foruma Aborî ya Cîhanê Tirkiye di nava 140  welatan de di rêza 131’an de ye. 
 
Stenbol
 
Li Qadikoyê Jina Azad a Ciwan (OGK) jî belavok belav kir û banga tevlibûna çalakiyên 25'ê Mijdarê kir. OGK'ya ku got "Jin di îsyanê de ne û azadî li kolanê ye"  li Qdikoyê stand vekir û belavok belav kirin û bang li jinan ku ku sibe tevli meşa ku ew ê saet di 17.00'an de li tunelê bê lidarxistin bibin.