Li dijî tundiyê li Kobanê semîner hatin dayîn

  • 16:34 24 Mijdar 2018
  • Rojane
KOBANÊ- Di çarçovea çalakiyên 25'ê Mijdarê de li navçeya Şêran û Til Hacibê 2 semînerên cuda hatin dayîn.
 
Di çarçovea çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Jinê re ya Cîhanê li navçeya Şêran û Til Hacibê yên Kobanê semîner hatin li darxisitn.
 
Semînera li Tilhecbê di semînerê de  Jina ciwan Zinarîn Berxwedan axivî û wiha got: “Tundiya li ser jinê tê wateya hilweşîna Pergala jiyanê. Ev jiyan li ser 2 zayendan tê meşandin. Zayenda ku dixwaze jiyan bê berdewamkirin jin e. Ji ber wê tundiya li ser jinê xeteriya xirabkirina hevseniya jiyanê ye.”
 
Her wiha rêxstina Kongira Star li dibistana navçeya Şêranê semîner ji bo heman mijarê da. Di semînerê de Endama rêveberiya Kongireya Star Îlham Nebî axivî û ev tişt got:  “Divê tevahî jin li dijî tundiyê derkevin û têkoşînê ji xwe re bingeh bigrin. Divê hemû jin xwe perwerde bikin, da ku ji tundiyê rizgar bibin. Heger jineke tenê jî xwe ji tundiyê rizgar bike wê encama wê veguhere civakê.”
 
Di dawiya semînerê de sînevîzyon li ser tundiya li jinê hat nîşandan.