Platforma Jinan a Mêrdinê derbarê 25'ê Mijdarê de daxuyanî da

  • 16:13 24 Mijdar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN – Platforma Jinan a Mêrdînê, derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan a Cihanê li Parqa Karayollari daxûyunî da. Daxûyaniya hat dayîn de peyamên “Em ê l hember zextan û tundiyê serî netewînin”, “Em ê têkoşîna xwe mezin bikin” hatin dayîn.
 
Platforma Jinan a Mêrdînê, derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan a Cihanê li Parqa Karayollari daxûyunî da. Parlemenetra HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û endamên Platforma Jinan a Mêrdînê jî tevlî daxûyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Pankartên “ Bi Berxwedana Jinê dê Azadî Bi Ser Keve” û “Ji bo em  Bijîn û Bidin jiyîn em ji her ziman û her deverê bi hevre tên” vekirin. Her wiha jinan dovîzên “Jin jiyan azadî”, “Jin aştiyê dixwazin”, “Şêr şêre çi jine çi mêr e”, “Dema jin dest bidin hev wê cîhan ji şûna xwe bilîze”, “Jinên girtî rumeta ne ne”, “Bedena me ya me ye”, “Kuştina jinan polîtîk e”, “Jin ji bo azadiyê bi israr in”, “ Her bijî ji piştgiriya Jinan” û “Jin dê azadiyê înşa bikin” girtin destên xwe. 
 
Daxuyanî ji aliyê Endama Platforma Jinan a Mêrdînê Gûlîzar Îpek ve hat xwendin. Gûlîzar, anî ziman ku beriya 58 salan di 25'ê Mijdarê de li Komara Dominik li dijî dîkdator Turjillo xwîşkên Mîrabal ku  têkoşîna azadiyê didan ji aliyê lêşkerên dîktatoriyê ve hatine tecwizkirin hatin û piştre hatine qetilkirin û wiha berdewam kir: “Ji bo pêşeroj  û xwedî jiyana xwe derkevin û ji bo welatekî bê tundî ji bo 25’ê Mijdarê em hatin gel hev  û îro li vir in. Ji derbas bûna 25’ê Mijdarê li ser van axan li dijî jinan tundî dîsa berdewam kir. Jin her roj rastî tacîz û tecawizê tên. Ji ber ku tundî ew qas zêde bûye ku medya weke mijareke ji rêzê nişan dide. Em li her deverê dibînin ku jin rastî tundiyê tên. Di sala 2018’an de di n h mehên pêşî de 183 jin û 10 zarok hatin kuştin.  162 jin rastî tecawizê hatin. 375 zarok bi awayekî zorê kirin karkarên seksê. 279 zarokên keç rastî êrîşa zayendî hatin. 316 jin birîndar bûn. Ev bi tene yên ku di medyayê de hatine weşandin in. Gellek ji aliye hevjîn û 'heskiriyên xwe' ve hatin kuştin. Dewletê tu carî jin neparast.”
 
‘Em ê xwedî jiyan û mafê xwe derkevin’
 
 Gûlîzar, di berdewama axaftina xwe de got ku îktîdar “zimanê tundiyê” bi kar tîne û ev jî tundiyê zêde dike û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji bo ku pêşiya tundiya li dijî jinê bê girtin dev ji zimanê cudaxwaz berdin. Kesên ku tundiyê û êrîşa zayendî dike ji wan re cezayê rewşa baş bila neyê dayîn. Di her qada jiyana me de jinên ku çi heq dikin û çi heq nakin tên axaftin. Dixwazin têkoşîn û deestkeftiyên ji destên wan bigirin. Em ê xwedî li jiyan û mafê xwe derkevin.”
 
'Qeymeqamtiyê çalakiya me qedexe kir'
 
Piştre Endama Platforma Jinan a Mêrdînê Derya Etem axivî û  wê jî tundiya li dijî jinê şermezar kir  û bal kişand çalakiyên wan ên 25’ê Mijdarê ku ji aliye Qaymeqamê Artukliyê ve hatin asteng kirin û wiha got: “Çalakiyên me yên ku me ji bo 25’ê Mijdarê me dê li dar bixista hatin qedexekirin. Sedem jî ew e ku dibe em  piştgiriyê bidin rêxistinê ye. Em vî astegiyê qebûl nakin. Ev çalakiyên me yên ku hatin astengkirin pêşiya tundiyê vedike” 
 
'Em ê heta dawî li ber xwe bidin'
 
Duyemîn daxûyanî jî ji aliye Endama Platforma Jinan a Mêrdînê Eylem Ergûn ve hat xwendin. Eylem, bi lêv kir ku tundiya li dijî jinê di demên dawiyê de gellek zêde bûye û wiha got: “Kesên ku jinan tacîz û tecawiz dikin bi gotinên întihar kiriye ser bûyerê vedişêrin. Ji ber ku dewlet cezayê kêm dide vê rewşê kujer vê rêbazê tercîh dikin. Her wiha polîtîqayên dijminatiyê yên li dijî jinê jî berdewam dikin. Li djî hemû cure tundiyê em têkoşîn, berxwedan, hêza xwe û piştgiriya xwe bi hev re mezin bikin. Pergala desthilatdar a mêran naxwaze ku li dijî tundî û şer berxwe bidin. Lewra jî mafê me yê nefeqa, hevberdan û hemû mal û mulkên hevpar dixwazin ji destên me bigirin. Têkoşîna me ya bi salan bi hêviyeke mezin berdewam dike, em ê dîsa bi wê hêviyê li ber xwe bidin.”
 
Herî dawî jî Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî û wê jî diyar kir ku li Tirkiyeyê kirîza aborî, tundî û şer gellek zêde bûye.
 
Di dawiya daxuyaniyê de lidijî qedexeya Qedexeya Qeymeqamê Artuklu ya çalakiyên 25'ê Mijdarê jinan çalakiya rûniştin ji bo 5 deqeyan li dar xist  
 
Herê dawî jinan ji ber Qeymeqama Artukluyê çalakiyên wan ên 25’ê Mijdarê qedexe kiriye 5 deqqeya çalakiyan rûniştinê li dar xist. Polîsan xwestin ku asteng bikin lê jinan çalakiya xwe heta dawiyê berdewam kir û daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.