'Bila Mevlude Başdaş û Sîsê Bîngol bên berdan'
- 15:30 24 Mijdar 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê parêzvanên mafêb mirovan xwestin girtiyên nexweş Sîsê Bîngol û Mevlude Başdaş ên tedawiya wan tê astengkirin demildest bên berdan.
Şaxa Komeleya Mafên Mirova a (ÎHD) a Îzmîrê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 457’emîn de li ber Avahiya Serokwezîrtiyê ya li navçeya Konaka Îzmîrê çalakiya xwe dewam kir. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Dayikên Aşitiyê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pankarta “Bêdeng nebe, dimirin nebe şirîkê mirinê” hildan û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Sîsê Bîngol (80) a li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê û Mevlude Başdaş (60) a li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê.
'Dîsa şandin gitîgehê'
Endama ÎHD’ê Nehîr Bîlece der barê rewşa Sîsê Bîngol de agahî da û got tevî ku Bîngol nikare li girtîgehê bimîne û raporên wê yên nikare li girtîgehê tedawiya xwe bike jî hene nayê berdan û piştî tedawiya 8 rojan a li Mêrsînê paş de wê şandin girtîgehê.
'Daxwaza taloqkirinê red kirin'
Nehîr da zanîn ku Mevlude Başdaş jî bi boneya di 1’ê cotmeha 2015’an de li Çiyayê Bagoka navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî operasyona leşkerî beşdarî çalakiya mertalên zindî bûye 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Nehîr diyar kir ku li gel Mewlûde nexweşek ji sedî 86 astengdar e û nexweşîna dil pê re heye jî nayê berdan û daxwaza taloqkirina înfaza wê hatiye redkirin.
Bila Sîsê û Mewlude bên berdan
Nehîr destnîşan kir ku rewşa girtîgehê ne li gorî tendûristiya Sîsê û Mewlûde ye û ji bo li derve li cem malbatên xwe bên dermankirin xwest her du jî demildest bên berdan.
Parlamenter Nuran Îmîr jî anî ziman ku li Tirkiyeyê her kes di bin gefan de ye û got: “Welat veguheriye girtîgehek servekirî. Em ê têkoşîna jinên siyasetmedar ku li zîndanan li ber xwe bidin bidomînin. Heta em wan azad bikin dê çalakiyên me ji bo girtiyan dewam bikin.”