Li dijî tundiyê pêşengeha pankartan

  • 14:28 24 Mijdar 2018
  • Rojane
KOBANÊ- Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê  Roja têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de li muzexaneya Kobanê pêşengeha pankartan hat vekirin.
 
Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di çarçoveya rêze çalakiyên 25'ê Mijdarê  Roja têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de, li muzexaneya Kobanê ku berxwedana YPJ’ê li wir bilindtir bû, pêşengeha pankaratan hat vekirin. 
 
Pankartên ku bi zimanê kurdî û erebî hatin pêşkêşandan, nivîsên wiha li ser bûn: "Azadiya jinê, azadiya civakê ye’, ‘Ji tundiya fîzîkî re na,Ji tundiya piskilojîk re na, Ji desthilatdariya li ser jinê re na, J kuştina jinê re na, Ji zewaca di temenê bi çûk re  na û ji berdanê re na"  hatin pêşandan.