Jinên Colemêrgê ji bo 25'ê Mijdarê bi daxuyaniyekê civiyan
- 14:20 24 Mijdar 2018
- Rojane
COLEMÊRG-Di çarçevoya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Naveneteweyî de li Colemêrgê ji aliyê jinan ve daxuyanî hat dayîn.
Di çarçoveya çalakikyên 25’ê Mijdarê Roja li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî li Colemêrgê bi tevlîbûna rêxistinên HDP, DBP’ê yên navend û navçeyan ên jinan li avahiya HDP’ê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Colemêrgê Zeynep Kaya ve hat xwendin.
Zeynepê bal kişand ser têkoşîna xwîşkên Mîrabal û ji her qadan ji vexwendin têkoşînê û wiha got:” Xwîşkên Mîrabal li dijî desthilatdariya Domînîkê gava ku li ber xwe didin ji aliyê heman desthilatdariyê ve di serî de tên tecawizkirin û piştre jî tên qetilkirin. Em wan di salvegera 58’emîn a qetilkirina wan de bi bîr tînin û li dijî dewletên desthilatdar û mêrê desthilatdar em li her derên cîhanê li ber xwe didîn. Tundiya li jinê her roj zêde dibe. Tundiya ku bi destê mêrê desthilatdar pêk tê di dadgehan de gumanbarên vê tundiyê pêk tînin tên berdan. Dewlet bi avn polîtîkayên xwe dijminahiyê li dijî jinan dide meşandin. “
‘Bi piştevaniya jinan dê aşitî, jiyan û em ê jin bi ser kevin’
Zeynebê di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser 25’ê mijdarê û wiha pê de çû;” Bi boneya 25’ê Mijdarê em di têkoşîna xwe de bi biryar in û li malê, kolanan, parlementoyê em ê li dijî tundiyê tebikoşîn. Li dijî hemû cûreyên tundiyê em ê têkoşîna xwe bi hêz bikîn û xweparastina xwe ji nû ve biafirînîn. Bi piştevaniya jinan dê aşitî, jiyan û em ê jin bi ser kevin. “
Piştî daxuyaniyê jinan li navendê belavokên ku giringiya 25’ê Mijdarê vedibêjin belav kirin.