Li Mêrdînê rola zayenda civakî hat niqaşkirin

  • 11:43 24 Mijdar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmeran bi civîneke ku li dar xist bal kişand ser tundiya li jinê û zayenda civakî.
 
Platforma Jinan a Şahmeran ya Mêrdînê, bi tevlibûna jin û mêran li salona civînê ya Kesê li ser tundiya li jinê û rola zayenda civakî civîn li dar xist. Di civînê de Endama Egitîm Sen'ê ya Mêrdînê Salîha Zorlu axivî. Endamên Kesê tevli bûn.
 
Salîha diyar kir ku têkoşîna jinê dîrokî ye û wiha got: "Em dixwazin di vê mijarê de koletiyê tespît bikin. Tişta girîng ew e ku jin di warê çînî de çawa hatiye kolekirin. Divê ku em prgala baviksalar re civaka ku ji çînan pêk tê çawa hatiye avakirin jî teşîr bikin. Dema ku em dinêrin em dibînin ku kesên ji dîroka xwe hatine dûrxistin mêr in. Lê dema ku em binhişa civakê lêkolîn dikin em dibînin ku jin jî hatine astengkirin. Ji ber ku em dîroka xwe nizanin em hatine astengkirin." 
 
Salîha anî ziman ku rola jinê ya di nava civakê de hatiye diyarkirin û ev tişt got: "Civaka bê jin ew ê kêm be. Dema ku em îro dinêrin tundiya li jinê jî roj bi roj zêde dibe. Ji aliyê dewletê ve tundiyeke mezin li ser jinê he. Mêr hêza xwe ji dewletê digirin û tundiyê li jinê dikin û dixwazin ku jinê bikin kole."
 
Civîn bi niqaşan bi dawî bû.