Li Wargeha Mexmurê Tecrîda li ser Abdullah Ocalan Hat Şermezarkirin
- 11:03 24 Mijdar 2018
- Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaredariya Wargehê ve Leyla Arzu İlhan ve hat xwendin.
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan bi daxuyaniyekê ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin. , daxuyanî li ser anvê jinan ji aliyê Hevseroka Şaredariya Wargehê Leyla Arzu İlhan ve hat xwendin. Leyla Arzu İlhan di despêkê de li ser navê hemû jinên Wargehê silav, hezkirin û girêdana xwe ya bi Rêberê xwe re carekdin dubare kir û silav û hezkirinên xwe ji mexmûrê heta gireva îmraliyê ji bo Rêberê xwe şandin.
Di berdewamiya axaftina xwe de leyla wiha got: " Em wek jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tecrîda girankiriya ya ku di roja me ya îro de li ser Rêberê me tê meşandin bi awayek tûnd şermezar dikin. Em hemû dizanin ku komploya navneteweyî ya ku di kesayeta Rêberê me hatî meşandin de sala xwe ya 20'an temam kir. Ev komplo heta roja me ya îro jî bi awayekî zîndî û eşkere berdewam dike. Ji bo ku em vê komployê vala derbixînin, ji bo ku em bikarin vê komployê hilweşînin tişta ku wek jin ji destê me were em ê bikarin girêdana xwe ya bi Rêberê xwe re di asta herî jor de bidîn berdewam kirin. Di heman demê de em ê rêxistina xwe bi awayekî herî xurt bidin berdewam kirin û ji vê yekê re bibîn bersivek ji bo komplogeran. Ev tecrîda ku di kesayeta Rêberê me de tê meşandin îro li ser tevahî Gelê Kurd û tevahî mirovahiyê tê meşandin bi taybetî jî ev tecrîd li ser jinan tê meşandin. Ez tecrîdê şermezar dikim."
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman û bi çepikan bi dawî bû.