Riham Hesen: Jinên ku ferman dîtin divê bêhtir têkoşînê bidin

  • 10:51 24 Mijdar 2018
  • Rojane
Nûpelda Têkoşîn-Ehlam Hecî
 
ŞENGAL - Jina Êzidî Rîham Hesen ku yek ji jinên Şengalê yên herî zêde bi cudakarî û bi tundiyê re rûbirû man û ferman li wan hat rakirin e, diyar kir ku jinên bi fermanê re rûbirû hatin hiştin divê hêza xwe bikin yek û ji hemû jinan bêhtir li dijî tundiyê serî rakin û têkoşînê bidin.   
 
25' Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jinê ye. Jinên êzidî ku qirqirinê re rûbûrû mane jinên ku herî zêde tundî  dîtîne û bi berwxudana xwe wekî xwişên Mîrabal dîrok nivîsandine. Her roj diçe kuştina jinan zêde dibe. Dewletên dagirker bi tûndiya li jinê dikin armanc dikin ku exlaqê civakê tune bikin. Jinên êzidî ku tundiya herî mezin li wan hat kirin, bi tûnekirinê re rûbûrû mane û dîrok nivîsandine  Mamosteya Saziya Perwerdeya Zimanê Kurdî Rîham Hesen e û Semîra Mihsîn e. 
 
Mamoste Riham Hesen di despêka axaftina xwe de 3 xwişêkên Mîrabal ku bi tundiyê re rûbirû man û piştre jî hatin qetilkirin bi bîr anîn û ev tişt got:"Piştî ku sê xwuşkên Mirabel li dijî  diktatorî derketin ku û ji aliyê hêzên dîktatoriyê ve di serî de hatin tecawizkirin û piştre jî hatin qetilkirin. 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê hat Îlankirin. Di hemu civakan de jin bi zor û zehmetiyan re rû bû rû dimîne. Her roj bi her awayî tundî  li jinan tê kirin. Ji ber ku pargala bavisalar nxwaze jin di nava civakê de bê dîtin û wê bêdeng dike. Tundî ji temenê biçûk de dest pê dike û rola jin û mêr tê diyarkirin. Lê ji bo ku ev tundiyali ser jinê tê meşandin bi dawî bibe divê ku malbat zarokên xwe ne li gorî daxwaza pergala baviksalar li gorî rêgezên demokratîk mezin bike."
 
'Destpêkê êrîşî jinan dikin'
 
Rîham bal kişnad ser tundiya li jînê, jinên êzidî ku bi tundiya herî mezin re rûbirû man mînak da û wiha dirêjî da axafitina xwe: " Fermana 2014 minake herî mezine ji bo ku civakekê tune bikin ku çawa di destpêkê de ji jine dest pê kirin. Ji ber ku dizanin roleke hesas ya jinê di nava civakê de heye. Ji ber wê di fermana ku li êzidiyan rakirin de herî zêde jinê tundî dît; li bajaran hat firotin, hat kolekirin û hat tecawizkirin. Lê li gel van hemû pêkanînan ji têkoşîna xwe dûr neket û her li ber xwe da. Ji ber wê ez bang li hemû jinan dikim û dibêjim ku bila rabin ser piyan û berxwedana xwe mezin bikin."
 
'Jin bi hêza xwe haye bûn'
  
Mamoste Semîra Mihsîn ji derbare giringiya  rojê de wiha got: " Tundî bi hemû avayî û her roj li ser jinê tê meşandin. Ev li hemû cîhanê wiha ye. Ji bo tundiyê mînaka herî mezin fermana 3'yê Tebaxa 2014'an al i ser êzidiyên Şengalê û bi taybetî li jinên Şengalê bû.  Jinên  êzîdî li gel ku ewqas tundî dîtin jî , dîsa rabûn û serî hildan. Meclîsa xwe avakirin, hêzên parastinê xwe avakirin. Gelek tişt bi ked û rêka jinê hate avakirin û sazkirin.  Jinên Êzîdxanê bi felsefe û fikra Rêber Apo xwe ji nû de birêxistin kirin. Jinan hêza xwe dîtin ku dikarin çiqas têkoşînê bidin."