Li Mexmûrê bi sînevîzyokekê tundiya li jinê hat nîşandan

  • 10:05 24 Mijdar 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Rustem Cudî (Mexmûr) li Salona Konferansê ya wargehê, jinan bi sînevîzyonekê tundiya li jinê hat nîşandan. 
 
Li Salona Kunferansê a wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), tundiya li jinê bi sînevîzyonekê ji hat nîşandan. Beriya ku Sînevîzyon were nişandan, ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn axivî.
 
Nuran Sezgîn bal kişand ser tundiya li jinê û got: " Destpêkê em bi minasebata 25'ê Mijddarê  Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, tundiya li jinê tê kirin şermezar dikin. Di kesayeta her sê xuşkên Mîrabal ku bi awayek hovane hatibûn qetilkirin  hem li ser jinê û hem jî li ser tevahî heyînan tundiya tê meşandin roj bi roj zêde dibe.   Lê jin li gel van hemû êşekence û komkujiyên jinan bun şoreşger, bun siyasetmedar, Rêveber û hwd."
 
Nuran herî dawî wiha got: " Tundiya ku niha heyî, ne tenê li ser jinê ye li aliyê din bi her awayî yanî hem fîzîkî û hem jî pîskolojîk li ser Rêberê me jî didin meşandin. Ji bo komkujiyek din wek ya Şengalê çênebe em ê vê tekoşînê hîn xurtir bikin."
 
Piştî axaftinan Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn sînevîzyona ku li ser tundiya li jinê hatî amadekirin hat temaşekirin.