Fîgen Yuksekdag: Jinên teslîm nebûne dîrokek nû dinivîsin

  • 09:14 24 Mijdar 2018
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE- Hevseroka Giştî ya dema berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku di şexsê siyasetmedarên jin de, mafê temsiliyet û azadiya siyasî ya mîlyonan jinî rastî şîdetê tê û wiha got: “Tevger û hişmendiyek ya xwişktiyê ya global pêş ket. Niha jî jinên teslîmê serdestiya mêr nebûn, ji nû ve dîrokê dinivîsin. Ne wek mexdur, wek kesên hesab dipirsin, wê ev dîrok bê nivîsin. Em girtiyên jin ên siyasetmedar yên girtîgeha Kandirayê, dizanin ku şîdet ji ku bê wê jin wê derbas bike û hişmendiya azadiyê pêk bîne.”
 
Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku ev 2 sale li girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandira-Kocaeliyê ye, bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Ser Jinê pirsên ajansa me bersivand.
 
*Di vê pêvajoyê de jin li her derê berwedanek mezin nîşan didin. Hun vê pêvajoyê li girtîgehê çawa dişopînin?
 
Îro li Tirkiyeyê jin ji ber nasnameya xwe û ji ber nasnameya siyasî di bin êrîşek pir alî de ne. Têkiliya vê bi faşîzm, şer û binpêkirinê re heye. Lê bi OHAl’ê re ev dijwartir bû. Lê tevgera jinan li dijî vê serî netewand. Xuyaye ku têkoşîna azadî û maf a jinan qada we berfireh kiriye. Di vê pêvajoya ku tundiya mêr -dewletê li ser jinê zêde bûye de jinan ji hev hêz girtiye, bi hev re têkoşiyane û asta piştevaniyê pêş xistine. Jinan ji têkoşîna xwe encam girtin.
 
*Her roj bi dehan jin tên qetilkirin, kujerên wan tên parastin.Hun helwesta dûrû ya darazê çawa dinirxînin?
 
Li Tirkiyeyê pergala daraz û hiqûqê di warê îdeolojîk û polîtîk, heqeretê li jinan dikin. Mêr ji bo serdestiya xwe ya li ser jinan pêk bîne şîdetê li jinan dike û qetil dike. Lê dewlet û daraza mêr, li şûna çareseriyê pêk bîne, dibe çavkaniya krîz û pirsgirêkê. Li jinên ku parastina cewherî pêk tînin jî li dadgehan ceza tê birîn. Ev hemû jî nîşan dide darz çiqas siyasî û îdeolojîk xwe bi rêve dibe.
 
*Jinên li dijî şîdetê dertên jî tên girtin. Niha tevî wek gelek siyasetmedarên jin yên HDP’ê girtîne. Hun li dijî vê têkoşînek çawa didin?
 
Şîdeta dewlet û mêr li her derê li dijî hemû jinan e. Belkî em raste rast rastî tundiya dewletê tên û dertên pêş. Lê di şexsê me de mafê bi mîlyonan jinî tê binpêkirin û rastî şîdetê tên. Her wiha çavkaniya hemû tundiyê dîsa dewlet e. Em jî dizanin ku em li ser navê jinan di girtîgehê de ne. Bêguman çavkaniya ku em hêza berxwedanê jê digirin jî ev e. Îro parlamentera me Birêz Leyla Guven li djî hemû pêkanînên şîdet û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan ketiye grevê. Ev berpirsyarî û mînakbûna xwe nîşan dide. Wê niha jin xwedî li têkoşîna Leylayê derkevin û heqîqetê xurt bikin.
 
*Li aliyekê jin li malê tên hepskirin li aliyê din jî sermayedar keda wan binpê dike. Jiyana jinan bi vê binpêkirinê çawa xerabtir dibe?
 
Binpêkirina keda jinê her diçe didome. Di van şert û mercên giran yên krîza aborî de jin hewl didin beroşa xwe bikelînin û bi xebat li wan tê fezkirin. Lê kapîtalîst keda wan binpê didin.  Pergala kapîtalîst, çavsoriya xwe bi êrîşa li hemberî keda jin û zarokan nîşan dide. Bêguman jin li malê jî tê zincîrkirin. Keda jinê ya malê jî nayê dîtin.
 
*Ji bo jinên têkoşer ku di roja me ya îro de kolanan terk nakin û dengê xwe bilind dikin, çi peyama we heye?
 
Rihê Xwişkên Mîralbel her sal her roj wek perperokan di tevgera jinan de ji nû ve vedije. Tevger û hişmendiyek ya xwişktiyê ya global pêş ket. Niha jî, jinên ku teslîmê serdestiya mêr nebûn, ji nûve dîrokê dinivîsin. Ne wek mexdur, wek kesên hesab dipirsin, wê ev dîrok bê nivîsin. Em girtiyên jin yên siyasetmedar yên girtîgeha Kandirayê, dizanin ku şîdet ji ku bê wê jin wê debas bike û hişmendiya azadiyê pêk bîne. Emê ne tenê di 25’ê Mijdarê de her roj ligel hev bimeşin.