‘Jinek dikare bi destê jinek din bigire’

  • 09:06 24 Mijdar 2018
  • Rojane
WAN - Dengbêj Meryem Tuncer ji aliyê mêrê ku di temenê biçûk de pê re hat zewicandin bi salan tundî dît, tevî hemû zextên li ê hatin kirin jî hîna distirê. Meryemê diyar kir ku di 16 salên dawî de şîdeta li ser zêde bûye û wiha got: “Ancax jinek dikare bi destê jinek din bigire.”
 
Meyrem Tuncer a 45 salî ye û di temenê biçûk de bi mêrekî  20 salan jê meztir re hatiye zewicandin. Meryem a ku ji aliyê gel ve wek ‘Dengbêj Meryem’ tê nasîn ku Ji ber polîtîkayên salên 90’î li Wanê bi cih bû ji aliyê hevjînê wê ve bi salan stran lê hatin qedexekirin.
 
Meryem destnîşan dike ku piştî hevjînê  wê dimre vê carê ji aliyê tiyên xwe ve rastî şîdetê tê û wiha got: “Min li dawetan stran digot lê tiyên min destur nedidan û ez li dijî vê derdiketim. Min serî hil dida. Newekhevî dikirin navbera jin û mêr. Lê min hemû zincîr qetandin û li cihê ku mêr hebûn jî stran digot.”
 
‘Di 16 salan şîdet zêde bû’
 
Meryemê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku jin ji aliyê kesên nêzî xwe ve rastî her cureyê tundiyê tên û ev tişt bi lêv kir: “Jin herî zêde ji bo zarokên xwe bêdeng dimînin. Naxwazin wan tenê bihêlin. Gelek jin ji ber tundiyê hewl didin întîxar bikin. Bi taybet di dema AKP’ê de zêde tundî li jinan tê kirin. Sedema vê jî cezayên baş li kujeran nayê birîn. Ji bo mêrên ku jinan qetil dikin herî zêde 6 sal ceza didin. Ji ber van polîtîkayan kuştina jinan zêde dibe.”
 
‘Jin dikarin bi destê jinan bigirin’
 
Meryemê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê bang li hemû jinan kir û wiha got: “Ancax jin dikarin bi destê jinan bigirin. Ji ber vê divê em xwedî li hev derkevin.”