‘Em dê bi rihê Xwişkên Mîrabel xebatên xwe berdewam bikin’
- 09:02 24 Mijdar 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
COLEMÊRG - Li dijî tundiya mêr saziya bi navê Yek Jin Yek Jiynan ku ji aliyê 5 jinan ve hatiye avakirin xebatên xwe didomîne. Li gund, navçe, navend û kolanan xebat bê navber didome. Alîkara serokatiya saziyê Şehrîban Acar der barê xebatên ku li herêmê didin meşandin nirxandin kir.
Di sala 2017’an de li Colemêrgê saziya Yek jin Yek Jiyan ji aliyê 5 jinan ve ji bo ku li dijî tundî û xwekujiyên jinan xebatan bimeşînin hat avakirin. Alîkara serokatiya saziya Yek Jin Yek Jiyan têkîldarî xebatan de axivî. Şehrîbanê diyar kir ku armanca wan ew e ku li herêmê bi xebatên xwe tundiyê teşhîr bikin.
‘Her sal li Colemêrgê bi dehan jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest didin’
Şehrîbanê anî ziman ku armanca wan a sereke pêşîgirtina tundiya li ser jinan e û wiha berdewam kir;" Me bi şîara Yek Jin Yek Jiyan dest bi xebatên xwe kirin. Bi rastî armanca me ya sereke ew e ku em li herêmê pêşiya tundiyê bigirin. Bi van xebatan me xwest em dengên xwe bilindtir bikin. Her sal li herêma Colemêrgê bi dehan jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest didin. Di civakê de li dijî tundiyê bêdengkirina jinan heye. Li Colemêrgê desthilatdariya mêr pir zêde heye. Ji bo ku em bi jinên herêmê re li hemberî vê hişmendiyê berxwe bidin, me dest bi xebatan kir."
‘Ger em li dijî tundiyê bêdeng bimînin ew ê zêdetir bibe’
Şehrîbanê da zanîn ku ew ê li gundan û navçeyan bi xebatên xwe hişmendiya desthilatdar teşhîr bikin û wiha domand;” Xebatên me û lêkolînên me bi taybetî ser jinan tê meşandin. Lê belê em xebatên xwe ser ciwan û zarokan jî didin meşandin. Me di destpêkê de xebatên xwe li navenda Colemêrgê dan destpêkirin, lê em niha li gundan berdewam dikin. Em xebatên lêkolînê zêdetir li gundan didin meşandin. Ji ber ku herî zêde jinên gund bi tundiyê re rû bi rû dimînin û ji aliyê mêr ve tên bêdengkirin. Li vê herêmê jin herî zêde bi tundiya derûnî re rû bir û dimînin. Tundiya ku jê re dibêjin a Flort pêk tê. Bêguman tundî pir zêde ye, lê ger em li hemberî vê bêdeng bimînin ev dê zêde bibe. Em ê bi xebatên xwe teşhîrkirina vê hişmendiyê bidomînîn. Li dijî hemû cûreyên tundiyê em ê li qadan têbikoşin.”
‘Jin bi rihê xwişkên Mîrabel daxwaza têkoşînê dikin’
Şehrîbanê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê ji her qadên jiyanê xwe bigihîjin jinan û wiha bi dawî kir;” Em bi xebatên cuda xwe digihîjin her jinekê. Em niha ji xwendekarên jin re ji aliyê aborî de alîkariyê dikin. Ji xeynî wê em li ser civaka zayendî em perwerdehiyê didin. Ji her qadên jiyanê xwe digihîjin jinan. Xebatên me yên bi vî awayî dê berdewam bikin. Her jinek jiyanek e. Li hemberî tundiya mêr xweparastin çeka herî mezin e. Divê em xweparastina xwe bi têkoşîna xwe mezin bikin û mîna her tim em bibin hêza çareseriya pirsgirêkên civakî. Armanca me jî ew bû ku em xebatên xwe diyarî 25’ê mijdarê bikin. Ez 25’ê mijdarê slav dikim û hemû jinan bi rihê xwişkên Mîrabel daxwazî têkoşînê dikim. Em jin çi bijîn jî, gava ku em bêdeng bûn em sucdar in. Bêdeng nemînîn. Em dê bi rihê Xwişkên Mîrabel xebatên xwe berdewam bikin.”