ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2018'AN
- 09:00 24 Mijdar 2018
- Rojev
*Li dijî tundiya mêr saziya bi navê Yek Jin Yek Jiynan ku ji aliyê 5 jinan ve hatiye avakirin xebatên xwe didomîne. Li gund, navçe, navend û kolanan xebat bê navber didome. Alîkara serokatiya saziyê Şehrîban Acar der barê xebatên ku li herêmê didin meşandin nirxandin kir. DÎMEN HEYE
*Çalakiya ku ji aliyê parlementera Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo ku şermezarkirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja xwe ya 16’emîn de berdewam dike. Jinên Colemêrgê bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û bang li jinan kirin ku dengê Leyla Guven bilind bikin. DÎMEN HEYE
*Dengbêj Meryem Tuncer ji aliyê mêrê ku di temenê biçûk de pê re hat zewicandin bi salan tundî dît, tevî hemû zextên li ê hatin kirin jî hîna distirê. Meryemê diyar kir ku di 16 salên dawî de şîdeta li ser zêde bûye û wiha got: “Ancax jinek dikare bi destê jinek din bigire.” DÎMEN HEYE
*Reqsvana Agir ya DYA’yî Junîta Degreda destnîşan kir ku zimanê muzîk, reqs û hezkirinê her kesî bi hev girê dide. DÎMEN HEYE
*Yek ji jinên ku sebze û fêkiyên ji zeviyan kom dike û li dukana vekiriye difiroşe, Hacer Umît daxuyakirin ku berhemên keda destê xwe ew difroşin. DÎMEN HEYE
*Hevseroka Giştî ya dema berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku di şexsê siyasetmedarên jin de, mafê temsiliyet û azadiya siyasî ya mîlyonan jinî rastî şîdetê tê û wiha got: “Tevger û hişmendiyek ya xwişktiyê ya global pêş ket. Niha jî jinên teslîmê serdestiya mêr nebûn, ji nû ve dîrokê dinivîsin. Ne wek mexdur, wek kesên hesab dipirsin, wê ev dîrok bê nivîsin. Em girtiyên jin ên siyasetmedar yên girtîgeha Kandirayê, dizanin ku şîdet ji ku bê wê jin wê derbas bike û hişmendiya azadiyê pêk bîne.”
*Hevseroka HDP’a Dêrsîmê Ozlem Toprak diyar kir ku îro li dijî tundiya serdest ya mêr li seranserê cîhanê têkoşîn tê dayîn û wiha got: “Yên li Îzlandayê dibêjin ‘karê wekhev, heqdestê wekhev’, yên li DYA û Ispanyayê kolanan dihejînin. Em li Şengalê ne, li Rojava ne. Em bang li hemû jinan dikin ku di 25’ê Mijdarê de bên qadan. BI DÎMEN
*Jin Tv ku pêngavek nû ya çapemeniya jinê ye, ji bo jinan dibe qada têkoşînek nû. Xebatkarên Jin Tv diyar dikin ku wê Jin Tv bibe bersiva pirsa ‘wê reng û zimanê jinê çawa be?’.