Sara Kaya dîsa nehat tahliyekirin
- 16:47 23 Mijdar 2018
- Rojane
MÊRDÎN - 9’emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya îro hat dîtin. Sara dîsa nehat berdan û doz taloqî 7’ê Çileya 2019’an hat kirin.
9'emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku di 13’ê Çileyê de li Nisêbînê di encama serdegirtina malan de hat binçavkirin û 14 roj şûnde hat girtin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Sara bi îdiaya ‘yekîtiya dewletê xera kiriye’ bi cezayê muebeta giran tê darizandin. Sara Kaya li Girtîgeha Tîpa T’ya Wanê bi SEGBÎS’ê tevlî dozê bû. Parlementerên HDP’ê yên Mêrdînê Ebru Gunay, Pero Dundar, Hevserok û rêvebirên HDP û DBP'ê yên navend û navçeyên Mêrdînê, parêzer û malbata Sara tevlî dozê bûn.
Piştî tespîtkirina nasnameyan doz hat destpêkirin û îdianame hat xwendin. Sara, axaftina xwe ya rûniştina doza beriya vê hat dîtin dubare kir û wiha got: "Min sûcên ku nekirine ez îro pê têm darizandin. Min salekê hevşaredarî kir û 19 salan di saziyên fermî de xebitîm. Min bi talîmata qeymeqam kamyonan şand û min agahî dabû emniyetê jî. Maşîneyên emniyetê li wê derê bûn. Malbata min beriya çend rojan dema hatin hevdîtina min piştî ku vedigeriyan qeza derbas kirin. Karmendê polîs ê bi navê ‘Unal’ dek û dolaban li dijî min pêk aniye. Ez mexdûr bûm û ez biryara tahliyeya xwe dixwazim."
Parêzerê Sara jî parastina xwe ya doza beriya vê dubare kir û xwest ku Sara bê tahliyekirin.
Heyeta dadgehê xwest ku rewşa girtî ya Sarayê bê berdewamkirin û doz taloqî 7’ê Çileya 2019’an kir.