Jinan qert şandin girtiyan û goristan ziyaret kirin
- 16:02 23 Mijdar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinê ya Ahtamara di çarçoveya 25'ê Mijdarê de ji girtiyên jin re berê qert şandin û piştre goristanê jinên ku hatine qetilkirin ziyaret kirin. Her wiha li Amedê DAKAP'ê ji bo 25'ê Mijdarê pêşengeha wêneyan li dar xist.
Platforma Jinê ya Ahtamara di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de ji girtiyên jin re ji Postaneya Navçeya Îpekyolê qert şand. Di nav jinên ku qert ji wan hatin şandin de Hevseroka Bajarê Mezin a Amedê ya ku dewsa wê qeyyum hat tayinkirin, Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel jî hebûn.
'Em têkoşîna Leyla Guven slav dikin'
Berî ku qert bê şandin Platforma Jinê ya Ahtamara li ber postanê daxuyanî da û di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em têkoşîna Leyla Guven slav dikin. Em van qartan ji bo piştgiriyê dişînin û em dizanin ku dê têkoşîna jinê bi ser bikeve."
Piştî daxuyaniyê qert hatin şandin.
Jinên hatin qetilkirin goristanên wan hatin ziyaretkirin
Endamên platformê piştre goristanên jinên ku li Wanê û navçeyê ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin ziyaret kirin.
Amed
Bi pêşengiya Platforma Jinê ya Dicle Amedê bi boneya 25'ê Mijdarê pêşangeha wêjeyan hat lidarxistin. Mijarên wêneya jinên ku bi tundiyê rû bi rû mabûnbûn. Pêşangeha Wêneyan li Kuçeya Hunerê ya Amedê hat lidarxistin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Filiz Buluttekin, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Naşide Topraki Hevseroka Bajêr a Yenişehirê Demet Ozkaran û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û gelek jin beşdarî pêşangehê bûn.
Gel eleqeyek mezin şanî pêşangeha wêneyan da. Polîsan xwestin ku kesekî têxin bin çavan.
Mersin
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Mersînê ji bo 25'ê Mijdarê li avahiya Yenişehirê çalakî li dar xist. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşma " Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Hevseroka Bajêr a HDP'ê ya Mersînê Zelal Onen diyar kir ku pêşangeha têkoşîna li dijî kapîtalîzmê jin in.
Endama PM'a HDP'ê Guverci Aras jî diyar kir ku AKP bi tayinkirina qayyiman mafên gelan binpê kiriye û got ku ew ê li her derê li dijî tundî, tacizi, tecawiz û xespê têkoşîna xwe bidomînin.
Riha
Platforma Jinê ya Bajarê Wanê jî bi boneya 25'ê Mijdarê ji jinên girtî re qert şandin. Postane ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Jinan bertek nîşanî vê yekê dan.
Her wiha jinên Siwêrekê jî li avahiya navçeyê ya HDP'ê kom bû û ji girtiyên jin re qert şandin.